‘Divê em hemû deng bidin dengê girtîgehan’

  • 09:08 14 Tîrmeh 2020
  • Rojane
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE- Xizma girtî Vesîle Çelîk diyar kir ku tedbîrên li dijî Vîrusa Koronayê nayên girtin, hem girtî û hem jî malbatan mexdûr dikin û got: “Bi salan e li girtîgehan polîtîkayek bi zanebûn tê meşandin. Di vê pêvajoyê de bi destên AKP’ê dijwartir bû.”
 
Girtiyê bi navê Hasan Çelîk 10 sale girtiye û niha li girtîgeha Tîpa F ya Hacilar dimîne. Xwişka wî Vesîle Çelîk hem pirsgirêkên ku girtî dijîn û hem jî yên malbat dijîn vegot.
 
‘Em pirsgirêka veguhestinê dijîn’
 
Vesîleyê got 12 sal ceza li birayê wê hatiye birîn, 10 sale girtiye û got: "4 sal berê ji girtîgeha Kurkçuler surgunê ya Kirikkaleyê kirin. Kirikkale gelek dûr e. Em zehmetiyan dikşînin. Em tenê dikarin biçin hevdîtinên vekirî. Di pandemiyê de pirsgirêk zêde bûn. Hevdîtin hatin betalkirin. Em tenê bi telefonê hevdîtinê dikin."
 
‘Alavên paqijiyê nedanê’
 
Vesîleyê destnîşan kir ku tevî ku girtiyên siyasî ji qanûna înfazê fêde negirtine, di vê pêvajoyê de lepik û rûpoş jî nedane wan û wiha pê de çû: “Alavên paqijiyê nehatin dayîn. Kolonya û rûpoşên li derve hatin belavkirin li hundir bi pere tên dayîn. Tevî vê jî demek dirêj xwe negihandinê. Girtiyên nexweş di rîskê de ne. Ji bo wan jî tu tedbîr nehat girtin.”
 
‘Ev polîtîkayek dewletê ye’
 
Vesîleyê her wiha ev tişt anî ziman: “Ji ber surgunan gelek malbat mexdûr dibin. Ev pêkanînek dijmirovî ye. Gelek malbat nikarin biçin hevdîtinên zarokên xwe. Hem di alî aborî hem jî di alî manewî de mirov bi bandor dibin. Ev zexta derûnî ye. Ev polîtîkayeke dewletê ye. Ev di desthilatdariya AKP’ê de dijwartir bûye.”
 
Vesîleyê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku divê hemû kes li dijî pirsgirêkên ku li girtîgehan tên jiyîn bi hestyar bin û got: “Divê em hemû deng bidin dengê girtîgehan.”