Li Amedê serdegirtina malan: Gelek jin hatin binçavkirin

  • 08:32 14 Tîrmeh 2020
  • Rojane
AMED - Serê sibehê polîsan bi ser gelek malan de girt û gelek jin binçav kirin. Her wiha berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan jî hat binçavkirin. 
 
Serê sibehê polîsan li Amedê bi ser gelek malan de girt û gelek kes binçavkirin. Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotayayê û edîtora me Ayşe Guney, berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, hevseroka Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED) Elîf Haran, endama Komeleya Alîkarî û Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) Rabia Ataş, endamên Meclîsa Şaredariya Baglarê Panayir Çelîk, Halîme Bayram, aktîvîsta TJA'yê Zekiye Guler û gelek jin hatin binçavkirin. 
 
Her wiha hat diyar kirin ku polîsan bi ser mala hevseroka HDP'ê ya Sûra Amedê Hatun Yildiz û rêvebera TUAY-DER'ê Bahar Akyapi de girtin, lê ji ber ku ne malê bin nehatin binçavkirin. 
 
Hinceta binçavkirinê nehat zanîn û kesên ku hatin binçavkirin birîn Muduriyeta Emniyeta Bajêr.