Li Giyadînê li dijî êrîşên ser şaredariyê daxuyanî hat dayîn

  • 15:24 13 Tîrmeh 2020
  • Rojane
AGIRÎ - Li hemberî binçavkirina hevşaredara Diyadînê Betul Yaşar û dorpêçkirina avahiya şaredariyê, parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr daxuyanî da û got: "Divê baş bê zanîn ku em li hemberî polîtîkayên faşîst serî netewînin." 
 
Polîsan serê sibê li Navçeya Giyadîn a Agiriyê bi ser mala Hevşaredara Giyadinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Betul Yaşar û avahiya Şaredariya Giyadinê de girtin. Piştî lêgerîna li malê qediya hevşaredar Betul Yaşar hat binçavkirin. Her wiha polîsan bi ser mala welatî Mesut Arslan û Mustafa Alparslan de jî girtin û Mesut û Mustafa binçav kirin. Şandeya ku di nav de parlamenterên HDP'ê yên Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr û Abdullah Koç heyî xwestin li şaredariyê daxuyaniyê bidin. Lê daxuyanî bi hinceta biryara Walîtiya Agiriyê heye hat astengkirin. 
 
Girse li hemberî biryarê bertek nîşan dan. Piştî gengeşiyê ji hêla Dîlan Dîrayetê ve daxuyanî hat dayîn, diyar kir ku bi tayînkirina qeyûman vîna gel tê xespkirin û got: "Di hilbijartina 31'ê Adarê de gel li hemberî zextan vîna xwe di sindoqan de nîşan da. AKP polîtîkayên xwe ya dijminatiyê ya li hemberî kurdan didomîne. Di nava 65 şaredariyan de dest danîn ser 52 şaredariyên HDP'ê. Bi tayînkirina qeyûman dibêjin ku ev vîna gel nas nakin. Armanc dizî û talan kirine. Lê divê baş bê zanîn ku em li hemberî polîtîkayên faşîst serî natewînin."