Derbarê girtina Rojbîn de îtîraz hat kirin

  • 14:44 13 Tîrmeh 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Derbarê girtina aktîvîsta TJA'yê û Endama Lijneya Rêveberiyên Xwecihî Sevîl Rojbîn Çetîn de îtîraz hat kirin.
 
Di çarçoveya lêprisîneke ku li Mêrdînê hat destpêkirin de di 26'ê Hezîranê de li Amedê bi ser mala aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) û Endama Lijneya Rêveberiyên Xwecihî Sevîl Rojbîn Çetîn de hatibû girtin. Rojbînê piştî ku 3 saet û nîvan hatibû îşkencekirin binçav kiribûn û biribûn Mudiryeta Emniyetê ya Mêrdînê. Rojbîn piştî ku 11 rojnan di bin çavan de ma sewkî dadgehê hat kirin û hat girtin. 
 
Rojbîn a ku li ser îfadeya şahidên nepen bi îdaya "Endamtiya rêxistinê" hat girtin parêzerên wê derbarê girtina wê de îtîraz kirin û serî li Dadgeriya Sulh Ceza ya Mêrdînê dan.