Dema binçavkirina kesên girtin emniyetê zêde kirin

  • 13:59 13 Tîrmeh 2020
  • Rojane
EDENE - Li Edene û Mêrsînê di 10'ê Tîrmehê de bi ser malande hatibû girtin û 13 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin dema binçavkirina wan çar rojên din zêde kirin.
 
Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê hat destpêkirin de derbarê 17 kesî de bi îdaya "endamtiya rêxistinê û "di nava pergala PKK/KCK'ê de cih girtine" li Edene û Mêrsînê di 10'ê Tîrmehê de bi ser malan de hat girtin û 14 kes hatin binçavkirin.
 
Sever Uzun, Zeynep Taşgîr, Ekrem Taşgîr, Azmî Îrtan, Mecît Îrtan, Abdulazîz Kandemîr, Cengîz Atsiz, Ferda Îldan, Pinar Altas, Umut Manap, Fazil Demîrkiran û 3 kesên ku navê wan nehat zanîn, li Muduriyeta Emniyetê ya Edenê tên girtin.
 
Piştî ku qedexeya serdozgeriyê ya ji bo hevdîtina bi parêzer re hat bidawîkirin parêzeran bi muwekîlên xwe re hevdîtin kirin. Ekrem Taşgîr, piştî îfadeya wî hat girtin serbest hat berdan.
 
Hat ragihandin ku 13 kesên di bin çavan de tên girtin dema binçavkirina wan çar rojên din hatiye dirêjkirin.