Partiya Sûriya Pêşeroj bi hilbijartinan kongre bi dawî kirin

  • 13:16 13 Tîrmeh 2020
  • Rojane
KOBANÊ - Kongreya Partiya Sûriya Pêşeroj ya herêma Firatê bi hilbijartina serok, cigîr û endamên meclisa herêma Firatê bi dawî bû.
 
Partiya Sûriya Pêşeroj ya herêma Firatê bi dirûşmeya "Sûriyeke Demokratîk ne navendî, misoger kirina Rêveberiya Xweser, pişgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk" kongra xwe ya yekem bi tevlêbûna 200 delegeyan îro li navenda çand û hunerê ya bajarokê Sirînê yê girêdayî Kantona Kobanê li dar xist. Her wiha 100 kes ji nûnerên partiyên siyasî yên herêma Firatê, şêx û rûsipiyên herêmê, kesên civaknas, hêzên ewlehiya hundirîn (Asayîş), nûnerên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser tevlî kongreyê bûn. Hola kongreyê bi wêneyên pakrewanên azadiyê û pankartên bi nivîsa "Xwîna şehîdan sembola azadiyê ye" hat xemlandin.
 
Kongre bi deqeyek rêzgirtin destpêkir, paşê ji aliyê Hevseroka Desteya Enerjiyê ya Herêma Firatê Nesrîn Kenan ve perspektîvên partiyê hatin xwandin. Piştre jî serokê Partiya Sûriya Pêşeroj Îbrahîm El-Qeftan bi xêrhatina mêvanan kir û got: "Em bi rêya kongreyan xwe digîhînin civakê û pilanên qirêj ên dewletan ku li ser vê civakê didin meşandin vala derdixin. Bê guman Rojhalata Navîn di pêvajoyeke girîng û hesas re di aliyê aliyê siyasî, leşkerî û aborî de derbas dibe. Bi hêza QSD'ê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin rizgarkirin û tên parastin. Em bang li raya giştî dikin ku bi me re bibin yek da ku em bi hevdu re herêmê ji hêzên dagirker biparêzin, aramiyê peyda bikin. Di dawiyê de em Kobanê ji bîrnakin ku di têkbirina DAIŞ'ê de rolek girîng lîst. Em şehîdên partiyê ku ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk û ne navendî canê xwe feda kirin bi bîrtînin û em ê li ser rêya wan bimeşin."
 
Piştre jî nameyên pîrozkirina kongreyê ku ji aliyê sazî û partiyan ve hatibûn şandin, hatin xwandin. Piştre dîwan ji 5 kesan hat hilbijartin. Rapora kar û xebatê partiyê ya du salan ji aliyê Rêveberiya Ofîsa Jin a Partiya Sûriye Pêşeroj a herêma Firatê Zehra El-Wês ve hat xwandin.
 
Di dawiya kongreyê de hilbijartin hatin kirin , serokê meclisa partiyê yê herêma Firatê Ismaîl Xalid, Cigîra Serokê Meclisa Partiyê ya Herêma Firatê Emîna Xelîl, 23 endamên meclisê û ji wan 3 kes ji bo komîteya disiplînê hatin hilbijartin.