‘Şaredariya AKP’î mêrg girt’

  • 09:09 13 Tîrmeh 2020
  • Rojane
Şehrîban Abî
 
QERS - Mazbata hevşardarê HDP’ê yê Bazarcixa Dîgor a Qersê nehat dayîn û namzetê AKP’ê kiribûn şaredar. Gel ji xizmetê bi gazincin. Jinan diyar kir ku ji bo malbatên HDP’î xizmet nayê dayîn û gotin tevî ku çavkaniya wan ya debarê sewalkariye jî şaredarî mêrg li wan girtine.
 
Yek ji hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya ku mazbata wî nehat dayîn hevşaredarê HDP’ê yê bajaroka Bazarcix a Dîgor a Qersê Abubekîr Erkemen bû. Namzetê HDP’ê ku ji sedî 54,25 deng girt, li şûna wî şaredarî dan namzetê AKP’ê Omer Vargun. Çavkaniya herî girîng a Bazarcixê sewalkariye. Lê şêniyên bajarokê diyar dikin ku di vê mijarê de tu alîkarî ji bo wan nayê kirin, gel vê jî qadên çêrandinê hatine girtin.
 
Halîme Subaşi diyar kir ku li Bazarcixê xizmet tune û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Ne çop tên komkirin, ne rê tên çêkirin ne jî av tê. Şaredariyê mêrg parve kirine, girtine. Tenê dide kesên nêzî AKP’ê. Gel mexdur dikin. Ji gel re xizmet nayê kirin. Daxwazên wan nayên pirsîn. Li vir tenê rant heye. Kevirên rêyan jê derdixin dîsa dixin cih. Ev jî ne xizmete.”
 
‘Alîkariyê nadin HDP’iyan’
 
Husna Ozay jî destnîşan kir ku cihê ku sewalan biçêrînin nemaye û wiha got: “Sewalên me birçî dimînin. Cihê çêrandinê tune. Ji ber vê em neçarin sewalan bifroşin. Em tenê bi du çêlekan debara xwe dikin. Malbatên deng dane HDP’ê ji tu tiştî fêdeyê nagirin.”
 
Nazîre Ozanci jî bertek nîşan da û daxuyakirin ku tu alîkariyê nagirin. Her wiha Şemam Salturk jî heman bertek nîşan da û got şaredarî alîkariyê dide kesên alîgirên xwe û tu xizmetê nagirin.
 
Nezahat Erkmen jî bi lêv kir ku di pêvajoya hilbijartinê de ji bo HDP’ê xebat meşandiye û wiha berdewam kir: “Em sê mehan xebitîn. Derdê me ev bû ku em şaredariyê bigirin. Lê hemûmafê me hat xespkirin. Şaredarî ji me girtin. Ji bo kesên HDP’î jî xizmet nayê dayîn.”
 
Sefure Yardimciel jî wiha nêrînê xwe anî ziman: “Me di wê sermayê de bi rojan ji bo şaredariyê xebat meşand. Me li ber şaredariya xwe nobet girt. Lê AKP’ê şaredariya me xesp kir. Kolan di nava pisiyê de ye.”
 
Emîne Subaşi jî ya li Stenbolê dijî û havînan tê zozanan, wiha axivî: "Sê mehe em li virin lê me tu xizmet nedît. Mafê gel xesp kirin niha jî xizmetê nadin. Kes ji şaredariyê ne raziye. Em mafê xwe helal nakin.”