‘Ez her roj bi fikar şiyar dibim'

  • 09:05 13 Tîrmeh 2020
  • Rojane
AGIRÎ - Keve Aslan ku kurê wê girtiye diyar kir ku ew ji ber vîrûsê ji jiyana kurê xwe bi fikare û got: “Em her roj bi fikar şiyar dibin. Divê ji qanûna înfazê girtiyên siyasî jî fêdeyê bigirin.”
 
Girtiyên siyasî yên ji sererastkiritina înfazê fêde negirtin, ji ber vîrûsa koronayê di bin rîskê de ne. Fikarên malbatan jî roj bi roj zêde dibin. Murat Aslan li girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 2 a Bandirmayê girtiye. Dayika wî Keve Aslan fikarên xwe anî ziman û got: “Ez ditirsim ku kurê min bi vîrûsê keve.”
 
Murat Aslan di 2012’an de bi sûcdariya ‘endamtiya rêxistinê’ hat girtin û 5 salan li girtîgeha Tîpa L ya Panosê dimîne û piştre sirgunê girtîgeha Bandirmayê tê kirin. Keve diyar kir ku kurê wê hat sirgunkirin û ne destê wê digihêjê ne jî çavê wê dibîne û got: “Saleke min kurê xwe nedîtiye. Ji ber tenduristî û aboriyê em nikarin biçin. Ez nexweşa pençeşêr, tansiyon û şekirim. Divê bi balafirê biçim lê nikarim biçim.”
 
Keve destnîşan kir ku beriya hevjînê wê wefat bike, ji bo Murat bê girtîgehek nêz daxwazname daye lê nehatiye qebûlkirin û wiha pê de çû: “Hevjînê min jî nexweşê dil bû. Divê li balafirê siwar nebûya. Me di daxwaznameyê de ev got. Me got qe nebe bila nêzî mebe. Lê dozger got ‘Ez ê bişînim cihekî wisa wê destê kesî negihêjê’.”
 
Keve  bi lêv kir ku di pêvajoya pandemiyê de binpêkirina mafan berdewam kiriye û ev tişt anî ziman: “Di koxuşekê de 20 girtî dimînin. Xwarin, alavên paqjiyê kêm tên dayîn. Rastî îşkenceyan tên. Dema em diçûn hevdîtinan gardiyanan lêgerînek mezin dikirin.  Ji ber vîrûsê niha ez ji ber jiyana kurê xwe bi fikarimm. Ez hesreta kurê xwe dijîm.”