'Vekişandina ji peymana navneteweyî ne hêsan e'

  • 09:04 13 Tîrmeh 2020
  • Rojane
AMED - Parêzer Asli Pasînlî  tehdîdên desthilatdariyê yên weke ‘em ê ji peymana Stenbolê vekişin’ nirxand û got: “Ji peymanê vekişîn wek, guherînên di hiqûqa hundir de tên kirin, ne hêsan e. Vekişîna Tirkiyeyê wê tabloyek îronîk ava bike.”
 
Peymana Stenbolê di 2011’an de li Stenbolê hat îmzekirin û di 2014’an de ket meriyetê. Serokwekîlê Giştî yê AKP’ê Numan Kurtulmuş di bernameyeke televîzyonê de Peymana Stenbolê hedef girtibû û gotibû ‘çawa li gorî usulê hat îmzekirin wê usula xwe bîne cih û ji peymanê vekişe’.  Ev gotin rastî bertekên rêxistinên jinan hatibûn û diyar kirin ku rakirina peymanê wê şîdetê zêde bike.
 
Endama Komîsyona Jinan a Baroya Amedê Asli Pasînlî girîngiya peymana Stenbolê vegot û  da zanîn ku pêkanîna peymanê modela çareseriyê ya der barê pêşîgirtina şîdetê de ye û got: “Peyman berpirsyariyê dide dewletê.  Parastin, pêşîgirtin, avakirina mekanîzmayên piştgiriya ji bo mexdur pêşniyar dike.”
 
‘Newekheviyê nas nake’
 
Asliyê her wiha destnîşan kir ku di peymanê de şîdeta li ser jinê ya li qada cemawerî an jî qada taybet, wek binpêkirina mafê mirovan û newekheviyê dide nasîn  û daxuyakirin ku bi îmzekirina peymanê re  di hiqûqa hundir de qanûna hejmara 6284 hatiye amadekirin û ketiye meriyetê. Asliyê wiha berdewam kir: “Peyman di bin sîwaneya wekheviya zayenda civakî de tîne gel hev. Lijneyek heye û peymanê dişopîne ku ka peyman pêk tê an na.Koma Pisporan a Çalakiya Dijberî Şîdeta Nav Malê û Şîdeta li ser Jinê (GREVIO) ya mekanîzmayeke şopandinê ye, di 2018’an de raporeke nirxandinê der barê Tirkiyeyê de weşand. Di vê raporê de  yek bi yek mexdûriyetên jinan hatin vegotin. STK’yên der barê şîdeta li ser jinan de xebatan dimeşînin jî raporê dide GREVIO û dewlet jî rapora xwe divê bide. Di encamê de jî GREVIO rapora xwe pêşkêşî me dike. Ji ber vê jî peyman di alî pêşîgirtina şîdeta li ser jinan de gelek girîng e.”
 
‘Kanalek fermî û rêk û pêk tune ye’
 
Asliyê destnîşan kir ku di rewşa ku jin rastî şîdetê bên de divê parastina jinê û cezakirina gumanbar pêk bê, her wiha dane bên komkirin û wiha pê de çû: “Li Tirkiyeyê ji bo aşkerakirina daneyan hîna kanaleke fermî ya bi rêk û pêk tune ye. Qerekol hîna jî bê pergal in. Di darazê de xwegîhandina edaletê de pirsgirêk hene. Di qada têkoşîna bi şîdetê re hevkariya bi STK’yan re tune ye. Li dibistanan der barê wekheviya zayenda civakî de ders tune. Navendên krîza tecawizê tune. Temînata van hemûyan jî Peymana Stenbolê ye.”
 
‘Reçeteye têkoşîna bi şîdetê re ye’
 
Asliyê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser girîngiya Peymana Stenbolê û bi lêv kir ku peyman di têkoşîna li dijî şîdetê de reçeteya herî girîng e û wiha got: “Ji peymanê vekişîn wek, guherînên di hiqûqa hundir de tên kirin, ne hêsan e. Vekişîna Tirkiyeyê wê tabloyek îronîk ava bike.”