Şaredariya Silopiyê berhemên ku çandin li malbatan belav dike

  • 09:03 13 Tîrmeh 2020
  • Rojane
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX -  Di bin banê  Midûriyeta Polîtîkayên Jinan ya Şaredariya Silopiyê de xebata çandiniya zebze û fêkî ku hatibû destpêkirin berdewam dike. Jinên di bin banê şaredariyê de vê xebatê dikin anîn ziman ku berhemên wan hemû gihiştine, kom dikin û li malbatan belav dikin.
 
Midûriyeta Polîtîkayên Jinan ya Şaredariya Silopiyê ya Şirnexê ku di bin rêvebiriya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) de ye, beriya du mehan li taxa Kizirê li 20 donim û li taxa Yênîşehîrê jî li 9 donim erdî zebze û fêkî çandibû. Çandinî, eşêf, avdan û gihiştina berheman hemû bi destên jinan hat kirin. Jinên di bin banê Midûriyeta Polîtîqayên Jinan de dixebitin, anîn ziman ku ji ber xebat û alîkariya ku dikin welatî gelek kêfxweş kirine.
 
Derûnnas Besna Tokak a ku di bin banê Midûriyeta Polîtîqayên Jinan de dixebite, anî ziman ku di pêvajoya pandemiyê gel bi gelek pirsigrêkan re rûbirû ma. Ji ber wê wan bi vê xebata ku dikin xwestine piştgiriyê bdin gel û wiha berdewam kir: di vî “Me di meha Nîsanê de dest bi çandina bacanên reş, bamya, xiyar îsot, fêkî û gelek tiştên din kir. Di çandina zebze û fêkî de jinan cih girt. Em bi çandiniyê dixwazin alîkariyê bidin gel. Em malbatên ku rewşa wan nebaşe diyar dikin, zebzeyê ku kom dikin dibin ji wan re. Em dixwazin di vê pêvajoya zor û zehmet de ligel gelê xwe bin û ji bin vê derûniya xirap derbikevin. Hem çandinî, hem eşêf kirin, hem avdan û hem jî komkirina berheman hemû bi destên jinan hatin kirin û hîn jî tê kirin. Jinan di vê pêvajoyê de roleke girîng lîst. Em nêzî mehekê ye me dest bi kom kirina berheman kiriye. Ji ber vê pêvajoyê jinên Silopiyê nikarin werin alîkariya me. Ji ber wê em wek xebatkarên jin ên şaredariyê tên kom dikin. Em her roj tên berheman kom dikin û li malbatan belav dikin.”
 
‘Me xwe gihand 20-30 malbatî’
 
Besna, bi lêv kir ku piştî ev berhemên wan qediyan dê li şûna wan dest bi xebata serayê bikin û wiha pêl da axaftina xwe: “Em ê dev ji xebata xwe bernedin. Em ê xebata xwe ya serayê jî bi jinan re bikin. Em ê jin li her qadê cih bigirin. Dema em xebatên xwe dikin û li malan digerin em tedbîrên xwe yên ji bo nexweşiyê jî digirin. Di çarçoveya vê xebatê de nêzî mehekê ye me dest bi komkirina berheman kiriye û me ev berhemên xwe heta niha li nêzî 20-30 malbatî belav kirine.”
 
‘Gelê me gelek kêfxwe dibe’
 
Aborînas Bêrîvan Şayik jî got ku ji ber ev xebat dane destpêkirin şêniyên navçeyê kêfxweş bûne  û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vî pêvajoyê de gelê me gelek rojên zor û zehmet derbas dike. Ji bo ku em piştgiriya şêniyên naçeyê bikin me ve xebatê da destpêkirin. Ev berhemên ku em kom dikin em ji malbatên li navçeyê re dibin. Dema em ji malbatan re dibin ev wan gelek kêfxweş dike. Dema gelê me kêfxweş dibe û erênî li xebatên me dinêre em jî kêfxweş dibin. Em dixwazin bi vê alîkariyê hem ji aliyê aborî û hem jî ji aliyê derûnî ji gelê xwe re bibin alîkar. Ji bo gelê me çi ji destên me bê em ê bikin.”