‘Hêza jina azad wê tundiya li ser jinê bi dawî bike’

  • 09:01 13 Tîrmeh 2020
  • Rojane
Rojda Seyidxan
 
QAMIŞLO - Endama Meclîsa Edaleta Jinê ya bajarê Dêrikê Xaliya Elî, li ser tundiya ku bi taybet li herêmên dagirkirî li jinê tê kirin nirxandin kir û  wiha got: ”Ji ber ku jin hertim pêşengitiya civakê dike dewleta tirk dixwaze destkeftiyên jinê bi tundiyê bide ji dest bigire. Hêza jina azad wê tundiya ser jinê bi dawî bike.”
 
Bi salan e tundiya li ser jinê berdewam dike û heta roja me ya îro hatiye. Vê tundiyê jî dest hilatdar her carê bi cureyekî din li jinê ferz dikin. Têkildarî mijarê Endama Meclîsa Edaleta Jinê a Bajarê Dêrikê Xaliya Elî,li ser tundiya ku jinê tê kirin nirxandin kir.
 
‘Tundiya li ser jinê tundiya li ser civakê ye’
 
Xaliya di destpêka axaftina xwe de cûreyên tundiyê wiha pênase dike: “Bi gelek rengan tundî ji aliyê civak û malbatê ve li ser jinê tê kirin.  Gelek cûreyên tundiyê ku di malbat û civakê de li ser jinê tên meşandin hene. Weke tundiya fizîkî, derûnî û aborî.  Lê ya girîng em çiqas dikarin vê zîhniyeta ku tundiyê ji bo jinê rewa dibîne biguherin.  Tudiya li jinê tê kirin di heman demê de li civakê bi giştî tê kirin. “ 
 
‘Dewleta tirk bi tundiya li ser jinê civakê bê hêz dike’
 
Xaliya di dewamiya axaftina xwe de bal kişand ser tundiya ku ji aliyê dewleta tirk ve herêmên dagirkirkirî li jinê tê kirin û wiha pê de çû: ”Ji ber ku jin pêşenga civakê ye hertim dewleta tirk jinê ji xwe re dike hedef, da ku civakê bê hêz bihêle. Li herêmên ku hatine dagirkerin ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê ve jin  tên revandin û tecawizkirin. Ev kiryarên ku derheqê jinan de tên kirin ne exlaqî ne, ger destdirêjî li jinekê bê kirin ev tê wateya ku destdirêjî li hemû jinan dikare bê kirin. Divê hemû jin li dijî van kiryaran derkevin û mafê xwe biparêzin.”
 
‘Mafê jinan jî heye ku azad bijîn’
 
Xaliya di nava axaftina xwe de destnîşanî kevneşopiyên di nava civakê de ku tundiya li ser jinê rewa dibînin û wiha berdewam kir: "Di civaka me de kevneşopiya pergala baviksalar li gelek deveran berdewam e. Zîhniyeta ku di mêjî de hatiye rûniştandin û guhertina wê wê zahmet be lê pkan e. Ya girîng jin çiqas dikare li dijî wê zîhniyetê têkoşînê bide meşandin. Jinên xwedî hêz dikarin xwe ji vê zîhniyetê rizgar bikin, azad bibin û ji civakê re pêşengtiyê bikin. Mafê jinan jî heye ku azad bijîn.”  
 
‘Parastina têkoşîna jinê erka hemû jina ye’
 
Xaliya wiha dawî li axaftina xwe anî: ”Em weke Meclîsa Edaleta Jinê bi hemû hêz û îradeya xwe li pey doza parastina mafên jina ne. Parastina têkoşîn jinê erka me hemû jina ye. Em ê hertim di hewildanên parastina mafên hemû jinan de bin.”