ROJEVA 13'Ê TÊRMEHA 2020'Î

  • 09:00 13 Tîrmeh 2020
  • Rojev
*Endama Meclîsa Edaleta Jinê ya bajarê Dêrikê Xaliya Elî, li ser tundiya ku bi taybet li herêmên dagirkirî li jinê tê kirin nirxandin kir û  wiha got: ”Ji ber ku jin hertim pêşengitiya civakê dike dewleta tirk dixwaze destkeftiyên jinê bi tundiyê bide ji dest bigire. Hêza jina azad wê tundiya ser jinê bi dawî bike.” DÎMEN HEYE
 
*Jina bi navê Nehîde Muhemed her sibe giyayê bi navê Kember kom dike û pê debara xwe dike. Nehîde got: "Ez giyayê Kember li hemû gundên Şehbayê kom dikim û difroşim. Ez ji xwezayê hez dikim û xweza jiyana min geş dike." DÎMEN HEYE
 
*Di bin banê  Midûriyeta Polîtîkayên Jinan ya Şaredariya Silopiyê de xebata çandiniya zebze û fêkî ku hatibû destpêkirin berdewam dike. Jinên di bin banê şaredariyê de vê xebatê dikin anîn ziman ku berhemên wan hemû gihiştine, kom dikin û li malbatan belav dikin. DÎMEN HEYE
 
*Parêzer Asli Pasînlî  tehdîdên desthilatdariyê yên weke ‘em ê ji peymana Stenbolê vekişin’ nirxand û got: “Ji peymanê vekişîn wek, guherînên di hiqûqa hundir de tên kirin, ne hêsan e. Vekişîna Tirkiyeyê wê tabloyek îronîk ava bike.” DÎMEN HEYE
 
*Keve Aslan ku kurê wê girtiye diyar kir ku ew ji ber vîrûsê ji jiyana kurê xwe bi fikare û got: “Em her roj bi fikar şiyar dibin. Divê ji qanûna înfazê girtiyên siyasî jî fêdeyê bigirin.” BI DÎMEN 
 
*Cîgira Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Tulay Hatîmogullari  diyar kir ku piştî 1’ê îlonê jî wê çalakiyên wan bidomînin û got: “Li dijî êrîşên desthilatdariyê wê rêbazên me pêş bikevin.  Hedefa me ya sereke ev e ku em piştgiriyê bidin pêvajoya piştî îlonê jî. Em xwe ji bo dema piştî 1’ê îlonê jî amade dikin.” BI DÎMEN 
 
*Jinan diyar kirin ku daneyên betaliyê yên TUÎK’ê û daxuyaniyên hikûmetê yên der barê aboriyê de rastiyê nîşan nadin û got: “Li gorî daneyan divê em rehet bûna. Lê tabloyek wisa tune. Dane û tiştên ku em dijîn bi hev nagirin. Yanî ji pêşerojê hêviya me tune.” BI DÎMEN 
 
*Li gundê Kuçûka ya girêdayê Artuklu ya Mêrdînê ceyran hatiye birîn û ji ber vê gelek pez ji ber bêavbûnê mirarbûn. Gundiyan bertek nîşan dan û gotin: "Gelo kesekî ku dengê me bibîhîze tune?" BI DÎMEN 
 
*Mazbata hevşardarê HDP’ê yê Bazarcixa Dîgor a Qersê nehat dayîn û namzetê AKP’ê kiribûn şaredar. Gel ji xizmetê bi gazincin. Jinan diyar kir ku ji bo malbatên HDP’î xizmet nayê dayîn û gotin tevî ku çavkaniya wan ya debarê sewalkariye jî şaredarî mêrg li wan girtine. BI DÎMEN