'Zîhniyeta mêr wê têk biçe û têkoşîna jinê bi ser keve'

  • 16:16 12 Tîrmeh 2020
  • Rojane
DÊRSIM - Di çarçoveya kampanyaya "Têkoşîna jinê li her derê ye" li Dêrsimê çalakî hat kirin û wiha hat gotin, "Zîhniyeta mêr wê têk biçe û têkoşîna jinê wê bi ser keve."
 
Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) fînala kampanyaya xwe ya bi dirûşma "Têkoşîna jinê li herderê ye" ku li dijî tundiya li ser jinê, qirkirin, destdirêjî û êrîşan di 8'ê Hezîranê de dabû destpêkirin li 5 bajaran pêk tîne. Barekî ku wê fînal lê bê kirin jî Dêrsim e ku xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku di 5'ê Çileyê de lê hat windakirin.
 
Di çalakiya ku li Kolana Hunerê hat kirin, Rêxistina HDP'ê ya Dêrsimê, parlamentera DHP'ê ya Êlihê û Berdevka Meclisa Jinan a DHP'ê Ayşe Acar Bajaran, parlamentera HDP'ê ya Amedê Dêrsim Dag,  Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û ji bajarên herêmê gelek jin tevli bûn. 
 
Ji aliyê Dêrsim Dag, Salîha Aydenîz û Ayşe Acar Başaran ve axaftin hat kirin. 
 
'Têkoşîna jinê wê bi ser keve'
 
Di serî de Dêrsim dag axivî. Dêrsimê bal kişand ser polîtîkayên hikûmetê yên derbarê jinê de û got,"Dibêjin li gorî sînorên ku me diyar kirine û wekî ku em dixwazin bijîn.  Zîhniyeta baviksalar li her derê ye û heta ku em  vê têk bibin têkoşîna me wê berdewam bike. Em ê pirsa  'Gulîstan Doku li ku ye?' her bipirsin û bibêjin 'kujerên Melekê kî ne?' wê jinên ciwan li hember polîtîkayên we serî netewînin. Wê têkoşîna me roj bi roj mezin bibe, zîhiniyet baviksalar têk biçe û têkoşîna jinê bi ser keve."
 
'Li Kurdistanê kes winda nabin tên windakirin'
 
Ayşe Acar Bajaran jî di axaftina ku kir de, ji bo ku em bibêjin li Dêrsimê 'Têkoşîna jinê li her derê ye' û ' Jin jiyan Azadî' em li vê qadê kom bûne .Ayşe diyar kir ku meşa wan bi hinceta pandemiyê hatiye astengkirin û ev  tişt got: "Dizanin pandemiyê bikin hincet û jinan binçav bikin. Malbata Gulîstanê bang dike. Li gel ku Dêrsim bi mobesyan hatiye dorpêçkrin jineke ciwan hat windakirin. Li Kurdistanê mirov winda nabin. Lê tên windakirin. Windabûna Gulîstanê encma polîtîkayên tên pêşxistin e."
 
'Xebatek nehat destpêkirin bi dawî bû'
 
Ayşe diyar kir ku piştî bi 190 rojî lêgerîna li Gulîstanê bi dawî bû û ev tişt got, "Xebateke ku qet nehat destpêkirin bi dawî bû. Tu  bersûc nehatin binçavkirin û kesê ku dibe bersûc be jî bajara terikand. Li Dêrsimê di ser jinên ciwan re siyasetek cuda tê meşandin.  Di kesayeta Gulîstan de azadiya hemû jinan tê xespkirin. Kesên bersûc diparêzin jî sûcdar in." 
 
 'Em ê rengê jinê li tevahiya civakê belav bikin'
 
Ayşe bal kişand ser jinên hatin girtin û Peymana Stenbolê jî û wiha berdewam kir: "Gelek hevalên me yên ku têkoşîna jinê rêve dibirin hatin girtin.  Hemû jin ji bo îqtîdarê pirsgirêk in hûn çima ji Peymana Stenbolê aciz in.  Werin em bi nasnameya xwe ya jinê bên gel hev û li dijî îqtîdara AKP - MHP'ê bibin dengê hevpar. Em bi hêzin û tu kes nikarin bi me gavê bidin avêtin. Em ê têkoşîna xwe li her derê bidomînin. Rengê jinê li her derê belav bikin. "
 
'Yên ku winda kirin divê bibînin'
 
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydenîz jî bal kişand ser windakirina Gulistan Doku û wiha got: "Yên ku ew winda kirine divê wê bibînin. Jin tirsa xewnên we ne. Jin dê her tim bibe xewna şevê we. Jin li her derê li ser piyan in û dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Li endama Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratik Rojbin Çetîn îşkence kirin. Em kesên li Zindana Amedê tû rûyê îşkencekaran dikirin. Rêhevalên Sara nin. Divê îşkencekar ji vê yekê şerm bikin."