Mêrê ku hevberdan erê nekir zarokên xwe gerew girtin

  • 13:13 12 Tîrmeh 2020
  • Rojane
AMED -  Ş.K. yê tundî li jina pê re hat zewicandî kir û cezayê ji mal durxistinê girt 3 zarokên xwe bi kêrê gerew girtin.
 
Ş.K yê ku cezayê ji malê durketinê xwariye duh êrişî mala jina pê re hat zewicandin a li navenda Yenîşehîrê taxa Şehîtlikê kuçeya Benusenê  kir. Ş.K.  ji ber ku jinê deriyê malê venekir çû parkê û her sê zarokên xwe yên li perqê dilîstin gerew girtin. Jina dixwaze xwe ji Ş.K. berde gilî kir û di dema ku polîsan li ser gilî xwest wî bigirin xwe birîndar kir.
 
Jina bi Ş.K. re hatibû zewicandin beriya niha ji ber tundiya lê dihat kirin doza hevberdanê vekiriye. Lewra her ku diçe pirsgirêk û tundiya mêr zêdetir dibe. Vê carê jî neçar bû ku dubare serî li qereqolê bide. Di encamê de Ş.K. cezayê ji mal durketinê girt û li rexmê wê ji tê ber deriyê malê dixwaze bikeve hundir. Lê pitî daxwaza wî nayê erêkirin 3 zarokên xwe yên ku li parkê dilîstin gerew girtin.
 
‘Xwest zarokan qetil bike’
 
Ş.K. kêr danî ser qirika zarokên xwe. Lê dayika zarokan gilî kir û Ş.K bi mudaxeleya polîsan ku nekarî zarokên xwe, vê carê xwe birîndar kir.
 
Ş.K. rakirin nexweşxaneyê û polîsan 3 zarok û dayika wan girtin bin ewlehiyê.