13 kesên hatin binçavkirin hîna li emniyetê tên girtin

  • 12:15 12 Tîrmeh 2020
  • Rojane
EDENE - Li Mêrsîn û Edenê di 10 Tîrmehê 13 kesên hatin binçavkirin hîna li emniyetê tên  girtin.
 
Serdozgeriya Komarê ya Edenê, di çarçoveya lêpirsîna bi rêve bir de bi îdîayên "Endamtiya rêxistinê" û "Cih di nava civata PKK/KCK'ê de girtin" derbarê 17 kesan de biryara binçavkirinê da bû. Polîsan bi fermana serdozgeriya bi ser gelek malan de girtibûn û 14 kes binçav kiribûn. Sever Uzun, Zeynep Taşgir, Ekrem Taşgir, Azmi Îrtan, Mecit Îrtan, Abdulaziz Kandemir, Cengiz Atsiz, Ferda İldan, Pinar Altas, Umut Manap, Fazil Demirkiran û 3 kesên navê wan nehatin hînbûn li Miduriyeta Emniyetê ya  Edeneyê tên girtin.
 
Piştî biryara dozger a sînordarkirina hevdîtina parêzeran bi dawî bû, parêzeran bi muwekîlên xwe re hevdîtin kirin. Parêzeran, diyar kirin ku muwekîlên wan di bin çavan de bi muameleya xirba re rûbirû hatine. 
 
Ji 14 kesên hatin binçavkirin Ekrem Taşgir ê îfadeya wî hat girtin, serbest hat berdan.