Li dijî girtin destdirêjî û girkirinê vîdeo amade kirin

  • 10:25 12 Tîrmeh 2020
  • Rojane
WAN - Di çarçoveya kampaynaya "Têkoşîna jinê li her derê ye"  de jinan vîdeoyek amde kirin û tê de bal kişandin ser rewşa siyasetmedarên girtî, tundiya mêr û destdirêjiya li zarokan. 
 
Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çarçovyea kampanyaya "Têkoşîna jinê li her derê ye" de bi vîdeoyeke ku parve kir, bal kişand ser operasyonên qirkirina siyasî, tundiya mêr û destdirêjiya li zarokan. Endamên meclisê bi vîdeoya parvekriin bal kişandin ser hinceta girtina Hevseroka Giştî ya Berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, hevseroka DBP'ê ya berê Sebahat Tuncel û Hevşaredara berê ya Bajarê mezin a Amedê Guştan Kişenak û bertek nîşanî girtina wan dan. 
 
Herwiha di vîdeoyê de hat xwestin ku divê li dijî qirkirinê pergala darazê bê bikaranîn. Vîdeo li ser hesabê fermî yê Meclisa Jinan a HDP'ê ya Wanê hat parvekirin.