Jinên Ciwan ên Efrînê li dijî êrîşan meşiyan

  • 09:14 12 Tîrmeh 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Li dijî êrîş û pêkanînên dewleta tirk derheqê jinan de, Yekîtiya Jinên Ciwan ên Efrînê bi dirûşma, "Serhildana jinên ciwan tolhildane"meşek li gundê Babinis ê Şehbayê li dar xstin.
 
Jinên Ciwan ên Efrînê bi dirûşma "Serhildana jinên ciwan tolhildane" bi meşek dirêj pêkanînên dewleta tirk derheqê jinan de şermezar kirin. Di meşê de rêxistina Jinên Ciwan, Rêxistina Kongreya Star, sazî û dezgehên civakî amade bûn. Her wiha di meşê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên Yekîtiya Jinên Ciwan û pankartên bi nivîsa "Serhildana jinên ciwan tolhildan e", "Ji binpêkirin, îşkence û revandina jinan re na" û "Dîktator Erdogan mirovên bê suc û guneh dikuje" hatin hilgirtin.
 
 Meş li gundê Babinis ê Kantona Şehbayê hat destpêkirin û li parka navçeya Ehdas a Şehbayê bi dawî bû. Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Rêvebera Yekîtiya Jinên Ciwan Ferîde Nasan ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Bi salan e dewleta tirk a dagirker li ser Gelê Kurd li Kurdistanê komkujiyan pêk tîne. Ger mirov bixwaze dewleta tirk nas bike divê mirov li komkujiya  Geliyê Zîlan, Gurgum, Roboskî, Cizîra Botan, Sûra Amedê, Efrîn û Serêkaniyê mêze bike. Dewleta tirk ji hêza jina azad a kurd ditirse, her dixwaze jinan ji xwe re kole bike ji bo wê jî rojane dîmenên hedefgirtina jinên kurd tên dîtin. Dewleta tirk herî dawî jî êrîşî gundê Helincê kir û sê jinên azad armanc girtin. Her wiha bi dehan jinên kurd ên siyasetmedar li Bakurê Kurdistanê bi nçav kirin û xistin zîndanê. Niha jî bi hemû hovitiya xwe êrîşî Qadên Parastina Medyayê dike, lê berxwedana ku li Heftanînê tê meşandin hemû pilan û hevpeymanên dagirkeriyê vala derdixîne. Dewleta tirk li hember berxwedana Heftanînê mehkûmê têkçûyinê ye. Erdogan fobiya kurdî dijî, loma êrîş, kiryar û hedefgirtina jinên kurd roj bi roj zêdetir dike.
 
Em wek Yekîtiya Jinên Ciwan careke din soza xwe nû dikin û dibêjin ku bi rihê 14'ê tirmehê em ê şopdarê xeta Sara û Zîlanan bin, soza hilweşandina AKP'ê  û misogeriya serfeftinê pêk bînin didin."
 
Meş bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.