‘Em ê li dijî operasyonên li hemberî jinê têbikoşin'

  • 09:12 12 Tîrmeh 2020
  • Rojane
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Jinên HDP û HDK’ê bertek nîşanê binçavkirin û girtina li hember jinan dan û gotin kampanya ‘Têkoşîna jinê li her derê ye’ bûye hedef. Jinan bi lêv kirin ku wê tevî her tiştî têkoşîna wan bidome.
 
Zext û êrîşên li hember jinan roj bi roj didomin û di rojên borî de aktîvîsta TJA’yê Sevîl Rojbîn Çetîn bi îşkenceyê re rûbirû ma bû. Li hemberî Komeleya Jinan a Rosa operasyon hatibûn pêk anîn. Di 10’ê tîrmehê de jî li Edene û Mersînê jî di saetên sibehê de bi ser malan de hat girtin û gelek kes hatin binçavkirin. Li Mersînê Sever Uzun û Zeynep Taşgir hatin binçavkirin û sewqî Emniyeta Edenê hatin kirin. Jinan bertek nîşanê rewşê dan.
 
‘HDP partiyek jinan e’
 
Berdevka Meclîsa Bajar a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Selda Kaya got sedema êrîşan ve ku AKP-MHP dînamîkên xwe bi lez winda dike û got: “Tirsa desthilatdariyê HDP ye. HDP partiyeke jinane û hêza xwe ji jinên têkoşer digire. AKP bi awayekî tund êrîş dike û sedema vê jî ev e ku wek berê nikare civakê birêve bibe. AKP-MHP ji bo hêzên demokrasiyê tune bike ji her çar alî êrîş dike. Ev êrîş bi taybet li hember jinên ku têkoşîna azadiyê didin. Dixwaze wan bigire, bitirsîne, bi şîdetê biçewisîne. Zîhniyeteke ku jinê tune dihesibîne li hember me heye. Hêrsa xwe li hember jinên HDP’ê derdixe. Çima vê dikin? Dixwaze hêviya hilbijêrên kurd bişkîne, nav kurdan de parçebûnekê pêk bînin.”
 
‘Li gorî desthilatdariyê di civakê de cihê jinê tune’
 
Seldayê di berdewamiyê de destnîşan kir ku li gorî desthilatdariyê di civakê de cihê jinê tune û dema ku li dijî vê ferasetê jin dibin xwedî potansiyela guherînê rastî êrîşan tên. Seldayê ev tişt daxuyand: “AKP ji ber vê jinan ji derveyê jiyanê digire. Li hember jinên HDP’î êrîş zêde kirin. Wê hîn bêtir jî zêde bike. Li dijî vê bêguman xurtbûna jinan gelek girîng e.”
 
‘Em ê têkoşîna xwe bidomînin’
 
Endama Meclîsa Partiyê ya HDP Helîn Kaya jî bertek nîşanê êrîşan dan û diyar kir ku daraz li hember krîmînalîzekirina rêxistinbûna jinê tê bikaranîn û wiha berdewam kir: “Di tayînkirina qeyûman de em dibînin ku hedefa ewil jin in. Jinên polîtîk, xwedî hişmend, naxwazin. Dixwazin jinê hepsê malê bikin, tune bikin. Ji ber vê jî kampanya ‘têkoşîna jinê li her derê ye’ hedef digirin. Em jin li dijî vê wê li her derê bin. Em van êrîşan qebûl nakin, em dibêjin jin ne tenê ne. Em ê têkoşîna xwe bi her awayî bidomînin.”