‘Dixwazin zarokên me bidin jibîrkirin’

  • 09:09 12 Tîrmeh 2020
  • Rojane
WAN - Malbatên ku gorê zarokên wan bi hinceta ‘nasnav’ hatin texrîbkirin, bertek nîşandan û gotin: “Armanca esas ev e ku zarokên me, têkoşîna zarokên me bidin jibîrkirin. Lê her ku ew hilweşînin em ê ji nûve çêbikin.”
 
Êrîşên li hemberî cezaneyên PKK’iyan, êrîşên li hember merasîmên cezayan, zextên li ser malbatan, êrîşên li hemberî goristanan didomin. Gora Muhammet Necîp Çagan û Orhan Bozan yên li gundê Şarbazar a Geliyê Zîlanê ya Erdîşê bû hatin texrîbkirin.
 
Dayika Muhammet, Bîlnaz Çagan wiha got: “Kurê min di 2013’an de tevlî PKK’ê bû. Zextên li ser Gelê Kurd dît, li dijî vê têkoşîn da. Du sal şûnde li Şemzînan a Colemêrgê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Êşa me ji xwe tezeye, lê bi êrîşa li hember gorê cara duyem êşa me zindî dikin.”
 
‘Her ku ew texrîb bikin em ê tamîr bikin’
 
Bîlnazê destnîşan kir ku di meha nîsanê de qerekolê gazî wan kiriye ku biçin goristanê û wiha got: “Keya li me geriya got qerekol gazî dike. Hevjînê min çû goristanê, leşker li ser gorê sekinîne ku kevirê gorê bişkînin. Ji ber nasnav li ser bû dozger talîmat daye. Em dizanin ku ev ji bo paqijkirina hiş tê kirin. Yekane armanca wan ev e ku zarokên me, têkoşîna wan bidin jibîrkirin. Her ku ez diçim ser gora wî ez dibêjim qey nû şehîd ketiye. Her ku ew texrîb bikin em ê jî çêbikin. Me serî jî li ÎHD’ê da.”
 
‘Divê em xwedî li goran derkevin’
 
Dayika Ozan, Resîme Bozan jî wiha got: “Kurê min di 2013’an de tevlî tevgera azadiyê bû û 5 sal şûnde li Hesekê di êrîşa DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da. Her ku dewlet zextê dike, ciwan berxwe didin. Ji ber nasnav goran texrîb dikin. Lê em ê heta dawî xwedî li gorên xwe derkevin. Ew çiqas hilweşînin jî em ê dîsa çêbikin.”