'Weqfa Jina Azad ji bo tevahî jin û zarokan xizmetê dike'

  • 09:05 12 Tîrmeh 2020
  • Rojane
Hêlîn Asmîn 
 
QAMIŞLO - Endama Rêveberiya Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê Ceylan Osman, têkildarî kampanyaya tenduristiyê ya ku Weqfeya Jinê daye destpêkirin û encamên wê yên ji bo tevahî civakê nêrîna xwe wiha  anî ziman: "Di nava şeş salên şoreşê de Weqfa Jina Azad ji bo jin, zarokan xizmet pêşkêş kir. Di qada tenduristiyê de jî gelek xebat hatin kirin. Pêwîst e  di nava  zîhniyeta civakê de em girîngiya fêrbûna tenduristiyê bidin pêş."
 
Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê ji bo xizmeta jin û zarokan a di aliyê tenduristiyê de xebatên mezin dane meşandin. Herî dawiyê jî li Taxa Şerqî ya bajarê Qamişloyê nokteya xwe ya tenduristiyê ava kirin û ji bo civakê xizmetên xwe pêşkêş dikin. Têkildarî mijarê Endama Rêveberiya Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê Ceylan Osman, di derbarê kampanya tenduristiyê ya ku Weqfa Jinê daye destpêkirin û encamên wê ji bo tevahî civakê nêrîna xwe anîn ziman.  
 
'Weqfa Jina Azad ji bo tevahî jin û zarokan xizmetê dike'
 
Ceylanê di destpêka gotina xwe de qala xebatên Weqfa Jina Azad a di aliyê tenduristiyê de kir û wiha got: "Weke Weqfa Jina Azad di vê dema dawiyê de, di derbarê kampanyaya tenduristiyê de me daxuyaniyek da.  Armanca me ji vê daxuyaniyê ew e  ku em bikaribin ji bo hemû jin, zarok û penaberên ku niha di kampan de dijîn di aliyê tenduristiyê de alîkariyê ji wan re pêşkêş bikin. Di nava şeş salên şoreşê de Weqfa Jina Azad dikarîbû heya radeyekê beşekî ji barê şoreşê rabike û ji bo jin, zarokan xizmetê pêşkêş bike. Projeyên ku me dest pê kiribûn hîn jî dewam dikin. Bi taybet di aliyê tenduristiyê de em çiqas dikarin ji bo civaka xwe bibin bersiv ji hemû cûreyên astengiyan re. Di navenda me de em perwerdeyên tenduristiyê jî ji bo jinan pêşkêş dikin, da ku di rewşên awarte de em bikaribin tedbîrên xwe bigirin." 
 
'Li her derê em dixwazin di xizmeta gel de bin'
 
Ceylan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser zehmetiyên ku Weqfa Jinê dijî û wiha domand: "Her çiqas derfetên me kêm jî bûn, lê me dikarîbû li hemû bajaran navendên xwe vekin. Ji Kobanê heya Dêrikê me navendên xwe vekirin û kirin xizmeta gel. Li ser daxwaza gelê xwe em tev digerin û li hin gundan jî nokteyên me hene. Projeyên me hene ku em li herêmên ereban jî weke Tebqa, Reqa û Dêrezorê jî navendên xwe vekin. Zehmetiyên me di aliyê peydakirina dermanan de hene, ji bo wê gelek caran navendên me di aliyê peydakirina dermanan de kêm dimînin. Ji bo mirovên ku di kampan de jî dijîn projeyên me hebûn, hin ji wan jî ketine nava pratîkê û encamên baş bi xwe re anî. Li her derê em dixwazin di xizmeta vî gelî de bin."  
 
'Di rewşên şeran de herî zêde jin û zarok zehmetiyan dikşînin' 
 
Ceylan di nava gotina xwe de bal kişand ser zehmetiyên ku jin û zarok di şer de dijîn û wiha pê de çû: "Ji destpêka vî şerî heya niha yên ku herî zêde zehmetiyan dikşînin jin û zarok in, ji ber di van rewşên zehmet de gelek zirar digihêjin wan. Ji bo wê pêwîst e  di nava  zîhniyeta civakê de em girîngiya fêrbûna tenduristiyê bidin pêş, da ku jin di rewşên zehmet de canê xwe û zarokên xwe biparêze. Di vî alî de heya ji me tê di aliyê perwerde û semîneran de vê yekê em didin rûniştandin. Niha li Taxa Şerqî ya bajarê Qamişloyê jî me projeyek tenduristiyê ji bo jin û zarokan daye destpêkirin. Me cihek ava kir û tê de nexweşên  jin û zarok tên dermankirin û em alîkariyê ji wan re pêşkêş dikin. Em dixwazin saziyên mafên mirovan di aliyê peydakirina dermanan de bi me re bibin alîkar, da ku em ji bo jinan projeyên berfirehtir bidin destpêkirin."