Piştî komkujiya Zîlanê 90 sal…

  • 09:04 12 Tîrmeh 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî komkujiya Geliyê Zîlanê 90 sal derbas bû lê hîna jî gelê herêmê tehdîda komkujiyê û zextan dijî. Bi HES’a ku tê xwestin li herêmê bê çêkirin, dixwazin komkujiyê paqij bikin. Lê xuyaye ku ev ne wisa hêsane.
 
Di 12’ê Tîrmeha 1930’an de li Geliyê Zîlanê ya girêdayê Erdîşa Wanê komkujî pêk hat û piranî jê jin û zarok nêzî 40 hezar kesî jiyana xwe ji dest da. Kesên ji komkujiyê xilas bûn, komkujî vedigotin û bi vê hinek tişt derketin holê. Li gorî daneyên fermî 15 hezar, li gorî rapora Zanîngeha Rûs 53 hezar û li gorî îfadeyên Hasan Serdî yê di şer de bû jî 47 hezar kesî jiyana xwe ji dest daye.
 
Çem digirin dorpêçê
 
Zemîna komkujiyê berê tê amadekirin. Serokwezîrê demî Îsmet Înonu li pey hev qanûnan derdixe. Qanûnên Takrîr-î Sukun, Tehcîr, Tenkîl û Tedîp e. Piştî 1926’an şûnde lîderên kurd yên herêmê dişîne sirgunê. Îbrahîm Aga vê sirgunê qebûl nake û li dijî vê derdikeve çiyan. Wê demê ji ber tiştên tên jiyîn, jin û zarok jî têde bi hezaran kes diçin Çemê Zîlanê. Salîh Paşa ku fermandarê Kolordiyêye zemîna komkujiyê amade dike. Bi 80’ê balafir û leşkerên bi keştiyên ji Tetwanê tên dora herêmê digirin. Hinek welatî hewl didin birevin lê hinek jî di çem de dimînin.
 
‘Kesên taybet hatibûn hilbijartin bûn’
 
Geliyê Zîlan 16 kîlometre li bakurê navçeya Erdîş a Wanê ye. Çemê Zîlan ji sê gelî pêk tê û li dora wê wê demê 44 gund hebûn. Leşkerên di bin fermandiya Ahmet Dervîş de, ji bo qetilkirina welatiyan tên şandin. Ahmet Dervîş xizmê Abdullah Alpdogan yê ku welatiyên Dêrsîmê qetil kir bû. Hinek diyar dikin ku ev kes ji bo kurdan qetil bikin hatine hilbijartin. Ahmet Dervîş, gazî gundiyên li çem dike û dibêje hûn dikarin serbest bigerin. Gundiyên li ser vê bangê tên gel hev, bi çekên giran tên qetilkirin.
 
Çemê Zîlanê tije cenaze dibe
 
Yên dibin şahidê komkujiya çem, tiştên wê demê jiyane hem ji xizmên xwe re hem jî di roportajan de vedibêjin. Rojnameya Cumhuriyetê di hejmara xwe ya 16’ê Tîrmeha 1930’an de komkujiyê bi gotina "Çemê Zîlanê tije cenazeye" vedibêje. Heman rojnameyê ji bo mirovên ku jin û zarok jî têde got "15 hezar eşqiya hatin kuştin". Ji bo gumanbarên komkujiyê bên parastin jî di 1931’ê de qanûn tên derxistin. Wê demê qanûnên ku komkujî hatin rewankirin hatin derxistin û her wiha raporên ku dişibiyan vê jî hatin amadekirin û ev rapor di arşîvên Fermandiya Giştî de cih digirin.
 
Li sê gundan hezar û 555 kes hatin qetilkirin
 
Yek ji gundên ku komkujî lê hat jiyîn, Hasanabdal û cihek jî Girava Windayan bû. Li gorî vegotinan, li 3 gundan hezar û 555 tên qetilkirin û piştî vê jî kes li wan herêman najîn. Heta 1950’an herêma Çemê Zîlan herêma qedexe tê îlankirin û kes nikare bikeve wan deran. Di salên dawî de çûyîn û hatina herêmê dest pê dike. Yên ji komkujiyê reviyan, çûn sirgunê vegeriyan gundan.
 
Niha jî tê xwestin li herêmê Santrala Hîdroelektîrîkê (HES) bê çêkirin. Dema proje di asta çêkiribûnê de bû, rastî bertekên welatiyan hat û projeya hat sekinandin dîsa hat destpêkirin. Gelê herêmê diyar kir ku ew li dijî HES’ê ne û gotin ew qebûl nakin ku li ser kesên ku hatine qetilkirin HES bê çêkirin.