'Komîn bingeha civakê ye'

  • 09:03 12 Tîrmeh 2020
  • Rojane
Fîdan Abdullah
 
ŞEHBA - Berdevkên Rêxistina Kongreya Star ên di komînan de kar dikin anîn ziman ku keda jinê pîroz e û wiha gotin: "Komîn bingeha çareserkirina pirsgirêkên civakê ye û yê ku çareser bike jî jin bi xwe ye. "
 
Bi destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re jinê xwe ji qalibên hişmendiya paşverû rizgar kir û tevlî hemû qadên civakî bû, bi riya guftugoh û perwerdeyan karîbûn xwe bi rêxistin bikin. Bingeha rêxistinkirina jinan jî ji komîn û avabûna komîteyên di nava komînan de pêk tê. Jin bû vîna ku nayê çewisandin û di her warî de cih girt. Her wiha Berdevkên Rêxistina Kongreya Star di warê birêxistinkirina civak û bi taybet pêşxistina jinan de risteke erênî lîst. Girêdayî mijarê Berdevkên Rêxistina Kongreya Star a komînên navçeyên Fafînê yên Kantona Şehbayê ji ajansa me re axivîn û qala girîngiya komînan de kirin. 
 
'Erka me, birêxistinkirina jinan e'
 
Berdevka Rêxistina Kongreya Star a komîna navçeya Fafînê ya Şehbayê Neceh Misto rola komînan wiha anî ser ziman: "Xebatên berdevka Kongreya Star a di nava komînan de ew e ku pirsgirêkan çareser bikin û jinan di komînan de bi rêxistin bikin. Avakarina berdevkan di komînan de bi riya perwerdeyê pêş ket. Ji bo civak û malbatan bi rêxistin bikin em ê xebatên xwe di nava komînan de zêdetir pêş bixin. Ji ber di komînan de encama kar derdikeve der."
 
'Me bi rêya komînan xwe gîhand tevahî jinan'
 
Berdevka Kongreya Star Şêrîn Ehmed jî li ser karê komînan wiha axivî: "Armanca bingehîn ya avakirina berdevkan di komînan de ew e ku hemû jin berê xwe bidin komînan. Komîn bingeha çareserkirina pirsgirêkên civakê ye û yê ku çareser bike jî jin bi xwe ye. Jinên ku herdem di malan de mane derbasî komînan dibin, pirsgirêkên ku dijîn guftugoh dikin û bi hev re çareser dikin. Komîn bingeha civakê ye, me bi rêya komînan xwe gîhand tevahî jinan." 
 
'Em ê bi rihê komînal jiyana hevpar ava bikin'
 
Berdevaka Kongreya Star Guneya Hesûn jî balkişand ser erka wan a di komînan de û wiha pê de çû: "Berdevka Kongreya Star û endamên komînan bi hev re malan ziyaret dikin û jinan bi rêxistin dikin. Ev jî bandorek erênî bi xwe re ava dike. Ji bo ku em xwe ji alozî û pirsgirêkan çareser bikin em perwerdeyan dibînin. Em ê bi rihê komînal jiyana hevpar ava bikin."