‘Zeyneb Celaliyan ji bo jinên Îranê sembola berxwadanê ye’

  • 09:02 12 Tîrmeh 2020
  • Rojane
AMED - Aktîvîsta TJA’yê Zelal Bîlgîn bal kişand ser rewşa Zeyneb Celaliyan û got: "Zeyneb bi têkoşîn û berxwadana xwe hêz dide jinan û ji bo jinên Îranê wek sembola hêvî û wêrektiyê ye. Divê daxwazên Zeyneb Celaliyan bê qebûlkirin." 
 
Rejîma Îranê aktîvîsta jin a kurd Zeyneb Celaliyan di 21’ê gulanê  ji Girtîgeha Xoyê sirgûnî Girtîgeha Qereçekê kirin, Zeyneb bi şewba koronayê ketibû. Zeyneb ji ber nedermankirinê û şertên giran ên girtîgehê, di 21’ê hezîranê de dest bi greva birçîbûnê kiribû. Xizmên Zeynebê têkildarî rewşa wê agahî dan Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê (KMMK) û da zanîn ku Zeynep di 27’ê hezîranê de ji Girtîgeha Qereçekê sirgûnî Girtîgeha Kêrmanê hatiye kirin. Suheyla Hicabî ya li gel Celaliyan di heman girtîgehê de dima, diyar kiribû ku rewşa tenduristiyê ya Celaliyan xirab bûye. Di têkildarî vê mijarê de aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zelal Bîlgîn axivî.
 
'Êrîşê nasnameya jinê dikin'
 
Zelal di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên li hemberî jinê ya ku ji hêla Rejîma Îranê ve pêk tê û wiha axivî: "Li Îranê êrîşê nasnameya jinê û mafê jiyana jinê her tim hebû. Ji ber vê yekê girtin, zext û darvekirin her tim li pêşiya jinên têkoşer bû û bi taybetî jî jinên kurd hedef tên girtin. Wekî Şîrîn Elemhulî di 19'ê cotmeha di sala 2009'an de li 15'emîn Dadgeha Şuraya Şoreş a bajarê Tahranê hat darizandin û ji ber têkiliya wê ya bi Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) ê re cezayê darvekirinê didin û di 9'ê gulana sala 2010'an de li Girtîgeha Evîn a Tahranê li gel 4 hevalên xwe hat darvekirin."
 
'Zeyneb bi têkoşîna xwe bû mînak'
 
Zelal, diyar kir Zeyneb jî di 14’ê çilê sala 2009’an li Dadgeha Şoreşê de, dadgeh jê re dibêje "Tu dijminê Xwedê yî, wekî hemû dijminên Xwedê tu jî bê darvekirin" û cezaya darvekirinê didin wê. Zelal, da zanîn ku ji roja biryarê heta îro Zeyneb bi nameyan dengê xwe gihand sînorên derve û wiha got: "Têkoşîna Zeyneb ji bo jinên ku mafên wan tê binpêkirin re bûye weke hêvî. Gelek rêxistinên jinan ji bo binpêkirina mafên jinan têkoşinan didin û xwe bi rêxistin dikin. Zeyneb jî bi berxwedan û têkoşîna xwe ji jinan re bû mînak. Bi wî awayî berxwadana xwe mezin û bi hêztir kir. Zeyneb îro bi greva birçîbûnê ji jinên Îranê re dibe hêvî."
 
'Ji hebûna jinê re tehemûlê nakin' 
 
Zelal, destnîşan kir ku jin dê her tim têkoşîna xwe berdewam bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi hiqûq, edalet û rêzikên olî zordariyê li jinê dikin. Bi wî awayî jinên ku di nav pergala bêhiqûqiyê de her tim wek sûcdar tên danasîn. Di herêmekî de bi darvekirin di hermekê din de jî binçavkirin, girtin û îşkence heman armancê re xîzmet dikin. Helwest û feraseta wan ê li hemberê jinê wek in. Ji hebûna jinê re tehamûlê nakin. Divê daxwazên Zeyneb Celaliyan bên qebûlkirin."