ROJEVA 12'YÊ TÎRMEHA 2020'AN

  • 09:00 12 Tîrmeh 2020
  • Rojev
* Aktîvîsta TJA’yê Zelal Bîlgîn bal kişand ser rewşa Zeyneb Celaliyan û got: "Zeyneb bi têkoşîn û berxwadana xwe hêz dide jinan û ji bo jinên Îranê wek sembola hêvî û wêrektiyê ye. Divê daxwazên Zeyneb Celaliyan bê qebûlkirin." BI DÎMEN 
 
*Berdevkên Rêxistina Kongreya Star ên di komînan de kar dikin anîn ziman ku keda jinê pîroz e û wiha gotin: "Komîn bingeha çareserkirina pirsgirêkên civakê ye û yê ku çareser bike jî jin bi xwe ye. " BI DÎMEN 
 
* Endama Rêveberiya Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê Ceylan Osman, têkildarî kampanyaya tenduristiyê ya ku Weqfeya Jinê daye destpêkirin û encamên wê yên ji bo tevahî civakê nêrîna xwe wiha  anî ziman: "Di nava şeş salên şoreşê de Weqfa Jina Azad ji bo jin, zarokan xizmet pêşkêş kir. Di qada tenduristiyê de jî gelek xebat hatin kirin. Pêwîst e  di nava  zîhniyeta civakê de em girîngiya fêrbûna tenduristiyê bidin pêş." BI DÎMEN 
 
*Seroka Desteya Jinê ya herêma Firatê Firyaz Berkel di derbarê mijara hedefgirtina jinan de nêrînên xwe anîn ziman û wiha got: "Dijmin ji hêza jina azad ditirse, ji ber wê jî jinan hedef digire." BI DÎMEN 
 
*Piştî komkujiya Geliyê Zîlanê 90 sal derbas bû lê hîna jî gelê herêmê tehdîda komkujiyê û zextan dijî. Bi HES’a ku tê xwestin li herêmê bê çêkirin, dixwazin komkujiyê paqij bikin. Lê xuyaye ku ev ne wisa hêsane.
 
*Li Qersa ku bi penîrên xwe yên li cîhanê tê nasîn, dest bi çêkirina penîrê çeçîl yê herêmî hat kirin. Penîrê ku ku bi kedeke mezin a jinan tê çêkirin kîloya wê bi 15 TL tê firotin. BI DÎMEN 
 
*Malbatên ku gorê zarokên wan bi hinceta ‘nasnav’ hatin texrîbkirin, bertek nîşandan û gotin: “Armanca esas ev e ku zarokên me, têkoşîna zarokên me bidin jibîrkirin. Lê her ku ew hilweşînin em ê ji nûve çêbikin.” BI DÎMEN 
 
*Dildara Weqfa Stargeha Jinan a Mor Çati, Ayşegul Ozadak diyar kir ku rêbaza ‘veşariyê’ ya derbarê stargehên jinan de tê binpêkirin û got: “Cihê stargehên jinan tên aşkerakirin. Ev jî nîşan dide ku yên vê agahiyê parve dikin, peywirdarên cemawerî ne.”
 
* Jinên Êzidî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin: "Ji aliyek tecrîd tê girankirin û ji aliyek jî êrîşê Gelê Kurd dikin, em wekî jinên Êzidî êrîş û tecrîdê qebûl nakin." BI DÎMEN 
 
*Jinên HDP û HDK’ê bertek nîşanê binçavkirin û girtina li hember jinan dan û gotin kampanya ‘Têkoşîna jinê li her derê ye’ bûye hedef. Jinan bi lêv kirin ku wê tevî her tiştî têkoşîna wan bidome.