'Tevlîbûna jinan ji vê kongreyê re gelek bi wateye'

  • 18:34 11 Tîrmeh 2020
  • Rojane
Hesna Mihemed
 
ŞEHBA - Jinên Efrîn û Şehbayê yên ku tevlî Kongreya Yekemîn a Partiya Sûriya Pêşeroj bûne, derbarê kongrê de xalên girîng anîn ziman û wiha gotin: "Jin bi tevlîbûna xwe ji kongreyê re gavekî erênî davêje û armanca me jî ew e ku em di Partiyê de rolekî sereke bileyîzin "
 
Partiya Sûriya Pêşeroj a Kantona Efrîn û Şehbayê kongreya xwe yê yekem bi tevlîbûna 550 delegayan li dar xistin. Her wiha di kongreyê de Endamên Partiya Sûriya Pêşeroj, nûnerên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Desteyên Şehbayê amadebûn. Kongre li hola kampa Serdemê ya Kantona Şehbayê hat lidarxistin. Hol pankartên bi nivîsa "Xwîna şehîdan çavkaniya azadiyê ye", "Çareserî li welate, ne li derveyî welate" û "Mafê vegerê pîroze" hatibû xemilandin. Her wiha di kongreyê de hilbijartin pêk hat û di encamê de 25 endam û rêveberên Partiya Sûriya Pêşerojê hat hilbijartin. Her wiha Mihemed Reşîd wek Serokê Partiya Sûriya Pêşeroj û Rûxaş Elo jî weke Cigîra Seroka Meclîsa Partiya Sûriya Pêşeroj ya Kantona Şehba û Efrînê hatin hilbijartin. Têkîldarî Kongreyê Endamên Partiya Sûriya Pêşeroj nêrînên xwe ji ajansa me re parvekirin.
 
'Armanca me avakirina Sûriyekî azad e'
 
Endama Ofîsa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşeroj ya Kantona Efrînê Newroz Hisên balkişand ser Kongreyê û wiha domand: "Di rewşek wiha hesas de kongreya me hat lidarxistin û ew jî serkeftinek mezin e. Di kongreyê de serok, rêveber û cigîr hatin hilbijartin. Her wiha rapora du salan a Partiya Sûriya Pêşeroj hat xwendin û kar û xebatên du salan hat niqaşkirin. Armanca lidarxistina vê Kongreyê ewe ku em Sûriyekî azad avabikin."
 
'Kongre gaveke girîng e'
 
Endama Partiya Sûriya Pêşeroj ya navçeya Ehdas a Kantona Şehbayê Xedîce Dawûd derbarê xebatên du salan a naveçya Ehdas de ev tişt got: "Di navçeya Ehdas de 50 endamên Partiya Sûriyeya Pêşeroj dixebitin, di nava xebatê navçeyê de dan û standin bi komîn û meclîsan re tê çêkirin. Armanca damezrandina Partiya Sûriyeya Pêşeroj avakirina Sûriyekî hevbeşe. Her wiha Partiya Sûriya Pêşeroj hemû ol û netewan di nava xwe de digirin. Lidarxistina kongreya yekemîn a Partiya Sûriya Pêşeroj li Şehbayê gavekî girîng ji bo Sûriyekî demokratîk û azad e. Banga min ji gelê Sûriyê re heye ku bila vegerin welatê xwe û bibin yek, da ku aloziya ku heyî bi hev re çareser bikin."
 
'Tevlîbûna jinan ji vê kongreyê re gelek bi wateye'
 
Endama Partiya Sûriya Pêşeroj ya bajaroka Babinis a Şehbayê Xedîce Hisên Miho ji bo kongreyê wiha got: "Tevlîbûna jinan ji bo vê kongreyê gelek girîng û bi wateye. Jin bi tevlîbûna xwe ji kongreyê re gavekî erênî davêje û armanca me jî ew e ku em di Partiyê de rolekî sereke bileyîzin. Wê Sûriya azad, bi rengên ol, rêxistin û netewên din bê xemilandin. Pirskirêka Sûriyê dikare bi destên hemwelatiyên wê were çareserkirin. Divê gelê Sûriyê xwedî maf be, da ku bikaribe çarenûsa xwe ew bi xwe diyar bike. "