Derbarê Sevîl Rojbîn Çetin de cardin biryara girtinê hat dayîn

  • 16:14 11 Tîrmeh 2020
  • Rojane
WAN - 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê derbarê aktîvîsta TJA'yê Sevîl Rojbîn Çetîn a ku polîsan bi kuçikan îşkence lê kirin û binçavkirin û piştre dadgehê biryara girtina wê dabû, biryara girtina wê da. 
 
5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê derbarê Sevîl Rojbîn Çetîn a ku berê hatibû girtin û niha girtî ye de dîsa biryara girtinê da. Rojbîn li Wanê di 1'ê mijdara 2019'an de di operasyona li dijî jinan di nava 15 jinên siyasetmedar de hatibû binçavkirin. Dadgehê Rojbîn bi şertê kontrola edlî serbest berdabû. Piştre derbarê Rojbîn de doz hatibû vekirin. Danişîna doza Rojbîn li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê hat dîtin. Rojbîn ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê bi rêya SEGBÎS'ê tev li danişînê bû. Di danişînê de dadgehê dîsa derbarê Rojbîn de biryara girtinê da.
  
Aktîvîsta TJA’yê û endama Lijneya Rêveberiya Herêmî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û hevşaredara berê ya Artemeta Wanê Sevîl Rojbîn Çetîn di 26’ê hezîranê de di çarçoveya lêpirsînek ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve hatibû birêvebirin. Polîsan bi kuçikan bi ser malê de girtibûn û li malê bi kuçikan îşkence lê kiribû. Rojbîn piştî 12 rojan sewqî dozgeriyê kirin. Dozger jî piştî îfadeya Rojbin girt bi îdeaya "Endamtiya rêxistinê" sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê ya Nobedar kir. Heyeta dadgehê jî li ser daxwaza dozger derbarê Rojbin de biryara girtinê dabû û şandibûn girtîgehê.