'Sûcên êrîşên zayendî efû nekin'

  • 14:34 11 Tîrmeh 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Jinan a Li Dijî Efûya Îstîsmara Zayendî ya Zarokan, daketin qadan û helwesta îqtîdara AKP'ê ya li dijî Peymana Stenbolê şermezar kirin. Nûnerên rêxistinên jinan xwestin bi awayekî bê kêmasî Peymana Stenbolê têxin meriyetê û dawî li sûcê îstîsmarê bînin. Jinan xwest kesên sucê îstîsmarê kirine neyên efûkirin. 
 
Platforma Jinan a Li Dijî Efûya Îstîsmara Zayendî ya Zarokan, li bajarên cuda daketin kolan û qadan û çalakî li dar xistin. Rêxistinên jinan di çalakiyan de xwestin dest nedin Peymana Îstanbul û rêgezên peymanê bê kêmasî têxin meriyetê. 
 
Li Rihayê daxwaza pratîzekirina peymana Stenbolê 
 
Di vê çarçoveyê de Platforma Jinan a Rihayê li Şaxa Egîtîm Senê ya Rihayê civîna çapemeniyê li dar xistin. Berdevka Platforma Jinan a Rihayê Prz. Mîhrîban Çelîk daxuyanî da. Mîhrîban li pişt pankarta "Em li dijî îstîsmara zarokan û zayendî bêdeng neman û em ê bêdeng nemînin." daxuyanî da. Di çalakiyê de dowîzên “Nepareze, ser negire û bersûc darizîne", “Dest nede bedena zarokan", “Zarok bêdeng nebûn tu jî bêdeng nebe" û “Li dijî îstîsmara zarokan bêdeng nemîne" bilind kirin. 
 
Mîhrîban, anî ziman ku ew li dijî vê guhertinê bi fikar in û got: "Zagona înzfazê di Nîsanê de li meclîsê hat niqaşkirin. Em fêr bûn ku dixwazin zarokên 13 salî dikarin bi kesên ji îstîsmarê tên darizandin re bizewicînin. Dixwazin sûcdaran bê ceza bihêlin. Aşkere kirin ku dê vê efûyê di 15'ê tîrmehê de bînin rojeva meclîsê. Ji ber vê yekê em jin destûr nadin vê yekê. 
 
Dîsa Numan Kurtulmuş di 2'ê tîrmehê de diyar kir ku ji bo Peymana Îstanbul betal bikin xebatên wan hene. Rakirina Peymana Îstanbul gefa li dijî hemû jinan e. Em dixwazin peymana Îstanbul bi calak têxin meriyetê û kesên sûcdar teqez ceza bikin. 
 
Li Êlihê daxuyanî hat dayîn 
 
Li Êlihê jî rêxistinên Jinan bi heman armancê daxuyani dan çapemeniyê. Nûnerên rêxistinên Jinan li Şaxa Egitim Senê kom bûn û civîna çapemeniyê li dar xistin. Nûnerên Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek jin amade bûn. 
 
Platforma Jinan a Li Dijî Efûkirina Îstîsmara Zayendî ya Zarokan, di civînê de pankarta "Peymana Stenbolê têxin meriyetê, Dest ji Efûkirina Îstîsmara Zarokan berdin" vekirin û daxuyanî dan. Aktivîsta TJA'ye Gulistan Sonuk, anî ziman ku ew dê heta dawî Peymana Îstanbulê biparêzin û bang li hikûmetê kir ku dest ji betalkirina Peymana Îstanbul û xala 6284'an berdin. 
 
Bibin dengê zarokan'
 
Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKP) û Tora Têkoşîna Li Dijî Tundiyê ya Amedê di têkildarî mijarê de daxuyaniyek dan. Daxuyanî li Parka Hazal a Ofîsa Yenîşehîra Amedê hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankartên, “Êrîşa zayendî ya li hemberî zarokan sûcê mirovahiyê ye”, “Bêdeng nemîne” û “Bibe dengê zarokan”  hat vekirin. Endamen Konfedarasyona Sendikayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad(TJA), endamên Komeleya Jinan a Rosayê tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla  berdevka KESK’ê ya Amedê Sultan Karakuş ve hat xwendin.