Li Kobanê firoşgeha Amargî ya cil û bergan hat vekirin

  • 13:41 11 Tîrmeh 2020
  • Rojane
KOBANÊ - Komîteya Aborî ya Kongreya Star bi armanca ku pêşxistina aboriya jin, şikandina nirxê buhayê cil û bergan li sûkê firoşgeha bi navê Amargî vekir.
 
Komîteya Aborî ya Kongreya Star a herêma Firatê bi armanca pêşxistina aboriya jin, şikandina nirxê buhayê cil û bergan li sûka Kobanê û ta ku di vê rewşa dijwar de bi gel re bibe alîkar di milê aborî de, li kolana Tilel a Kobanê firoşgeha bi navê Amargî vekir. 
 
Di vekirina firoşgehê de Berdefka Komîteya Aborî ya Kongra Star Cîhan Kîko firoşgeha Amargî li jinan pîroz kir û wiha got: "Bi vekirina firoşgehê re bi taybet di vê demê de me xwast bi gelê xwe re di aliyê aborî de bibin alîkar. Cil û bergên li sûkê tê firotin ji derveya herêmê tên û heta ku digihêjin herêmê bi nirxekî pir biha tê firotin. Lê cil û bergên ku di vê firoşgehê de bê firotin bi nirxekî kêmî yên sûkê tên firotin, ji ber ku berhem ên Kobanê ne û di dirûnxaneya Şehîd. Amargî de tên dirûtin. Li gor amadekariyên me wê projeya me heta salekê berdewam bike û piştre jî li gor rewşê em ê tev bigerin."
 
Piştî vekirina firoşgehê jinan dest bi kirîna cil û bergan kirin.