Ji jinan banga meşê: Em bi hev re pêşiyê li komkujiyan bigirin

  • 09:32 11 Tîrmeh 2020
  • Rojane
DÊRSIM - Meclîsa Jinê ya HDP'ê bi dirûşma "Têkoşîna jinê li her derê ye" bang ji bo meşa ew ê li Dêrsimê pêk were, kirin û gotin:"Werim em bi hev re ji bo 12'ê Tîrmehê bimeşin. Têkoşîna jinê li her derê ye. Em bi hev re nîşan bidin ku li dijî faşîzmê jin hene. Em bi hev re pêşiyê li komkujiyan bigirin."
 
Kampanyaya meclîsa jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a "Têkoşîna Jinê li her Derê ye" ber bi dawîbûnê ve diçe. Jinê merhaleya dawî ya kampanyayê li Dêrsimê pêk bînin. Ew jin li Dêrsima ku Gulistan Doku lê hat windakirin bi beşdariya Berdevka Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran û Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag meşê pêk were. 
 
Hevseroka HDP'ê ya Dêrsimê Nurşat Yeşil û Endama PM'a HDP'ê Hêlîn Yagmur Uci û Endama PM'a HDP'ê Perhan Hoşoglu ji bo hemû jinan banga beşdariyê kirin. 
 
'Tundî, destdirêjayî, tecawiz hatiye merhaleya dawî'
 
Endama PM'a HDP'ê Hêlîn Yagmur Uci destnîşan kir ku tundî, destdirêjî, tecawiza li dijî jinê her ku diçe zêde dibin û wiha got:"Jin ji bo edaletê pratîkek têkoşînê nîşan didin. Em jî wekî meclîsa jinê ya HDP'ê bi gotina 'Em hene, li cihê ku em lê bin ev zagonan nikarin derbas bibin' daxwazên xwe yên demokratîk radigînin. Loma em dibêjin têkoşîna jinê li kampus, hundur, derve, li cihê kar û li hemû derê ye. Me bi dirûşma 'Têkoşîna Jinê li her Derê ye' kampanyayek da destpêkirin. Em li dijî faşîzmê hene. Werin em bi hev re di 12'ê Tîrmehê de bimeşin. "
 
'Ji bo em ji êrîşan bibêjin bisekine me bernameya çalakiyê li dar xist'
 
Hevseroka HDP'ê ya Dêrsimê Nurşat Yeşil anî ziman ku êrîşên li dijî destkeftiyên jinan her ku diçin zêde dibin û wiha got:"Me wekî meclîsa jinên HDP'ê ji bo em nîşan bidin ku em li dijî êrîşan bêdeng namînin û em li dijî êrîşan natewin me bernameya çalakiyê li dar xist. Hinek mijarên wekî têkoşîna li dijî êrîşên li ser jinê, zagonên efûya îstismara zarokan a tê xwestin ji meclîsê derbas bibe, êrîşên li dijî destkeftiyên jinan, mêtingeriya keda di nava malê de di nava vê bernameyê de cihên xwe girtin. Hukumet nasekine û êrîşî destkeftiyên jinan dike. Mînaka vê yek jê hedefgirtina Peymana Stenbolê ye. Li dijî vê yekê têkoşîna me dewam dike û em ê li her derê têkoşîna xwe mezin bikin. Ji bo fînala kampanyaya starta wê li Enqereyê hat dayin 5 bajar hatin hilbijartin. Em li Dêrsimê roja yekşemê saet di 13.00'an de li Kuçeya Hunerê bin. Em li hêviya beşdriya hemû jinan e. Ji ber ku em serî hildidin aliyê ku ew ê bi ser bikeve jî em in."
 
'Kampanyaya me ji 4 astan pêk tê'
 
Endama PM'a HDP'ê Perhan Hoşoglu wiha got"Em ji bo meşa ew ê li Kuçeya Hunerê ya Dêrsimê pêk were hemû jinan dawet dikin. Em rnag û dengê jinê derxin pêş. Kampanyaya me ji 4 astan pêk tê. Di asta yekem de li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin daxuyaniyên çapemeniyê hatin dayin. Di asta duyem de têkildarî zagona înfazê li ber girtîgehan daxuyaniya çapemeniyê hatin dayin. Di asta sêyem de li dijî qeyûman ji bo xwedîderketina sîstema hevserokatiyê çalakî hatin lidarxistin. Ji bo em dengê jinê bilind bikin em dixwazin hêzê bidin têkoşîna xwe."