Li şûna kampa havînê wê bernameyên alternatîf pêk bên

  • 09:13 11 Tîrmeh 2020
  • Rojane
ÎZMÎR  - Jinên Femînîst îsal ji ber vîrûsa koronayê li şûna kampa havînê wê çalakî û bernameyên alternatîf pêk bînin.
 
Jinên Femînîst ku her sal di kampa havînê de dihatin cem hev îsal ji ber vîrûsa korona (Covid-19) nikarin pêk bînin. Rojeva wan ya sereke ya îsal, nîqaşkirina mijarên wek Peymana Stenbol, qanûna îstîsmar, şîdeta li ser jinê ye. Li ser van mijaran wê bi jinan re çalakî û bernameyên alternatîf pêk bên.
 
Ji Platforma Piştevaniya Nar, Nazlican Ozdemîr got îsal ji ber vîrûsê kampê pêk naynin û got: “Li cihên cuda bi piştevaniya jinê re atolyeyê hiqûq û der barê LGBTÎ pêk dihatin. Lê niha ji ber pandemî planek tune. Lê em demek nêz de hedef dikin. Em ê bi jinan re li kolanan ligel hev bin. Teşeyê têkoşînê wê li gorî pandemî biguhere. Em ê tevlî çalakiyên komên jinan yên Platforma Jinan a Îzmîr û Jin bi Hevre Xurtin jî tevlî dibin, bibin. Di rojeva me de jî wê efûya îstîsmara zarokan hebe. Her wiha zêdebûna şîdeta li ser jinan di rojeva me de ye.”
 
‘Xebatên tên kirin qels dimînin’
 
Ji Tora Parastina Jinan Gîzem Coşkun jî bi lêv kir ku hewl dane encamên atolyeyên onlîne yên di panemiyê de şênber bikin lê xebat qels mane û desthilatdariyê bi hinceta pandemiyê mafê jiyana jinan jî hedef girtiye û got: “Hewl dan her sererastkirina ku em li dijî wê derketine bikin meriyetê. Ji vir şûnde jî wê êrîş hebin. Peymana Stenbolê her tim di rojevê de ye. Nîqaşên der barê kurtajê de hene. Hewl didin mafên me ji destê me bigirin, mafê jiyana me xesp bikin. Em hewl didin ku piştevaniya femînîst cur bi cur bikin.”
 
‘Wê atolyeyên nû hebin’
 
Ji Meclîsa Jinan a Pêşketî, Ekîn Kanar jî daxuyakirin ku li torên piştevaniyê yên di pêvajoya pandemî de ava kirine, yên nû zêde kirine û got wê atolyeyên nû pêk bînin. Ekînê her wiha daxuyakirin ku atolyeyên bi mijara şîdeta li ser jinê û nîqaşan jî didome û got wê piştevaniya bi jinan re bidomînin.
 
‘Wê bername pêk bên’
 
Berdevka Piştevaniya Mor ya Îzmîrê Cansu Erkmen jî daxuyakirin ku 5’emîn kampa îsa ji ber pandemiyê pêk nayê lê îsal wê bi awayên cuda bernameyên wan bidomin û got: “Em ê wek piştevaniya Mor bi navê ‘li dijî şîdeta mêr bikeve tevgerê’ bidin destpêkirin. Piştî bangên ‘li malê bin’ şîdeta mêr zêde bûn. Şîdet bi qanûna înfazê re zêde bû. Bi armanca balê bikişînin ser wê çalakiyên kolanê û tura bîsîkletan pêk bên. Li her bajarî wê cih bê diyarkirin. Kampanya wê bi dirûşmeya ‘Pakêta plana lezgîn pêk bîne’ wê bidome. Derbarê xeta Alo 183 de wê daxwazên me hebin.”