‘Divê em li dijî şer bibin yek'

  • 09:09 11 Tîrmeh 2020
  • Rojane
QERS - Jinên Qersê bertek nîşanê êrîşên demên dawî li hember herêmên kurd dan û diyar kirin ku bi yekitiya neteweyî dikarin bersivê bidin êrîşên li hember Gelê Kurd.
 
Di demên dawî de arteşa tirk li hember Herêma Federal a Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş pêk anîn. Jinên Qersê bertek nîşanê êrîşan dan û diyar kirin ku Gelê Kurd bi yekitiya neteweyî dikarin bersivê bidin êrîşan û gotin divê demildest xebatên yekitiya neteweyî bên destpêkirin.
 
Gever Aktaş da zanîn ku divê kurdên her çar alî dest bidin hev û got: “Roj êdî roja yekbûnê ye. Ji bo em dawî li zilmê bînin divê em bibin yek. Îro bi sedan kurd di girtîgehan de ne. Em nikarin bedelên wan dane ji nedîtîve bên. Êdî bese. Divê em li dijî desthilatdariya şerxwaz bisekinin.”
 
Turkan Aylîn jî bi lêv kir ku yên herî zêde ji şer bandor dibin jin in û wiha pê de çû: “Bila ciwanên me nemirin. Ev şer wê hîna heta ku bidome. Divê em dest bidin ser wijdana xwe û li dijî şer bibin yek. Yên herî zêde ji şer bi bandor dibin jî dayikin.
 
Emîne Ozkan jî wiha pê de çû: “Bila dawî li şer bê, bila êdî xwîn nerêjin. Ev hêrs wê heta kengê bidome. Em bi salane aştiyê dixwazin. Em heta vî temenî hatin lê me rehetî nedît. Qe nebe bila em ji bo gelê kurd êdî tiştekî baş bibînin û ji vê cîhanê koç bikin.”
 
Zeynep Say jî daxuyakirin ku divê gelê kurd li dijî şer yekitiya neteweyî pêk bîne û wiha got: “Em wek welatî li vî welatî dijÎn û divê êdî hebûna Gelê Kurd bê dîtin. Em bi salane têdikoşin, bedelê didin. Divê em li dijî şer bibin yek. Me dayikên kurd tu tişt ji jiyana xwe fêm nekir. Bila êdî edelet pêk bê.”