‘Ji bo jinan bigirin xebatek taybet hatiye meşandin’

  • 09:08 11 Tîrmeh 2020
  • Rojane
AMED - Parêzera Komelaya Jinan a Rosa Elîf Tîrenç Îpek Ulaş got operasyonên bi komeleyê hatiye destpêkirin pêl bi pêl berdewam kiriye û got: “Ji bo jin bên girtin jî xebatek taybet hatiye meşandin. Em bang li jinan dikin ku bi dirûşmeya ‘têkoşîna jinê nayê darizandin’ tevlî rûniştinê bibin.”
 
Di çarçoveya operasyona li hember Komeleya Jinan a Rosa pêk hat de 9 jin hatibûn girtin. Yekemîn runiştina doza seroka Komeleya Jinan a Rosa Adalet Kaya û endama Komeleyê Remziye Sizici di 9’ê tîrmehê de wê bihata dîtin lê rûniştin resen hat dîtin û taloqî meha îlonê hat kirin.
 
Parêzera komeleyê Elîf Tîrenç Îpek Ulaş got operasyonên bi komeleyê hatiye destpêkirin pêl bi pêl berdewam kiriye û got: “20 jin zêde hatin binçavkirin û beşek van hat girtin. Komele salek û berê hat avakirin. Di têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinê de rolek aktîf dilîst. Li Amedê li hember şîdeta li ser jinê têkoşîn mezin bû. Bi gelek saziyên Tirkiyeyê re ket tevgerê. Rosa bû dengek. Piştî OHAL’ê Rosayê li vir tora têkoşîna bi şîdetê re ava kir. Di vê torê de 10 pêkhate hene.”
 
‘Demek dirêj hatiye şopandin’
 
Elîfê destnîşan kir ku jin ji ber faliyetên komeleyê hatine girtin û got: “Dosya piranî ji van faliyetan pêk tên. Li ser faliyetên partiya siyasî, faliyetên STK’ê, dosya hatine avakirin. Demek dirêj şopandina teknîkî û fîzîkî hatiye kirin. Ji bo hincetên girtina wan zêde bibin xebatek taybet hatiye meşandin.”
 
‘Tu esasa sûc nayê dîtin’
 
Elîfê di berdewamiyê de da zanîn ku tu karê ku jinan meşandiye sûc nahewîne û di îdianameyan de jî ji bo girtina wan tu esasa sûc nayê dîtin, jin bi zanebûn hedef hatine girtin. Elîfê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev demek dirêje li Tirkiyeyê ji serbixwebûna daraz û hiqûqê tiştek nemaye. Me ev di lêpirsîna jinan de dîtiye. Hiqûq tê binpêkirin. Dixwazin tirsê biafirînin.”
 
‘Em bawer dikin ku wê xurt derbas bibin’
 
Elîfê daxuyakirin ku beşeke dozan, roja rûniştina wan zelal bûye û ji meha tîrmehê şûnde wê dest pê bike û heta meha îlon û cotmehê wê bidome. Elîfê ev tişt anî ziman: “Ji bo rayagiştî ava bibe em ê xebatek taybet dimeşînin. Piştevanî hîna didome. Di vî alî de em bawer dikin ku wê tevlîbûna rûniştinan xurt derbas bibe. Ji bo xwedîderketian vê pêvajoyê em ê kampanyayekê bidin dest pê kirin. Em ê bêjin ‘têkoşîna jinê nayê darizandin’. Em ê kampanyayê li ser çapemeniyê bidin îlankirin û li ser çapemeniya civakî bimeşînin. Em bang li hemû kesî dikin ku bikevin piştevaniyê.”