'Dixwazin civakê bêdeng bikin'

  • 09:04 11 Tîrmeh 2020
  • Rojane
Medya Uren
 
AMED - Niqaşên li ser astengkirina medya civakî berdewam dikin. Têkildarê sînordarkirina medyaya civakî ciwanên Amedê bertek nîşan dan û gotin “Ev biryarek keyfî ye, ger armanca wan astengkirina heqaretan be çima dema heqaret li gelek kesên din hatin kirin asteng nekirin. Bi vê pêkanînê re dixwazin civakê bêdeng bikin.”
 
Serok komarê Tirkiyê Tayyip Erdogan bi hênceta ku li ser medyaya civakî şîroveyên neyînî derbarê Esra Albayrak û hevjînê wê Berat Albayrak hatine kirin biryara sînrodarkirina medyaya civakî ango kontrolkirina medyaya civakî anî rojevê. Li ser vê yekê îktidarê sînyala girtina rupelên medyaya civakî ên weke İnstegram, Twitter, Youtube û Netflixê da. Têkildarê mijarê me nêrîna şêniyên Amedê pirsî.
 
‘Başak Demîrtaş ji rastî heqaretê hatibû’
 
Gamze Tan a ku di kargehek taybet de dixebite têkildarê astengkirina medyaya civakî berteka xwe wiha da nîşandan: “Bi hênceta ku di medyaya civakî de şîroveyên neyînî li Esra Albayrak hatine kirin dixwazin li Tirkiyê van platforman asteng bikin. Lewra beriya vê jî heqeret li gelek kesî hat kirin. Mînaka vê ya herî dawî jî Başak Demîrtaş e. Ger armanca wan aramiya civakê be divê wê deme ev biryar bihata dayîn. Pêkanînek bi vî rengî ji bo Esra Albayrak şatiyek mezin e.Dixwazin bi wê hincetê civakê bigirin bin kontrola xwe. Bê mafiyek mezin tê kirin. Divê astengkirina medyaya civakî nebe mijara gotinê.”
 
‘Ji bo berjewendiyên xwe asteng dikin’
 
Rojîn Aslan jî da diyarkirin ku astengkirina medyaya civakî pêkanînek kêfî ye û wiha berdewam kir: “Ji ber ku li ser qada medyaya civakî buyerên ne li gor berjewendiyên wan diqewimin dixwazin astengiyek wisa derxînin holê. Em bi tu awayî vê erê nakin. Bi riya medyayê em xwe digihînin gelek hevalên xwe û têkiliya xwe xurt dikin. Ger ku ji ber Esra Albayrak tiştek wisa dikin jî neheqiyek mezin e. Beriya niha Başak Demîrtaş jî  bi heman neheqiyê re rûbirû mabû, mijar neket rojevê jî.”
 
‘Bi astengkirinan nikarin civakê bêdeng bikin’
 
Bîlsen Sevgî ya di nexweşxaneyê de dixebite jî diyar kir ku tenê Esra Albayrak bi şîroveyên wiha re rûbirû nemaye û ev tişt  got: “Beriya çend rojan Başak Demîrtaş jî bi heman pêkanînê re rûbirû mabû. Lê astengkirina medyaya civakî nebû rojev. Dema kesên din bi heman neheqiyê re rûbirû dimînin empatî nakin. Lê dema heman tişt li Esra Albayrak hat kirin heta astengkirinê mijar birin. Gelek kes bi armancên xirab medyaya civakî bi kar tînin. Bi vê tacîz tê kirin û heqaret dikin. Divê her kes bi berpirsiyarî medya civakî bi kar bîne . Bi astengkirinê nikarin civakê bêdeng bikin.  Riyên din ên xweîfadekirine wê teqez hebin. Em ê rêyeke ku gotina xwe bibêjin bibînin.”
 
‘Dixwazin guhên me û çavên me bigirin’
 
Bengîn Eken jî têkildarê birayarê bertek nîşan da û got ev pêkanîn deruniya civakê xira dikin û wiha berdewam kir: “Destûrê nadin ku tu kes derbarê şaşitiyên îqtidarê de şîroveyan bike. Di demên dawî de bi taybetî li ser Twitterê gelek çalekî hatin li darxistin û ev jî bûn sedema astengkirina hinek tiştan. Hikumet dibîne ku ew êdî bi hêzên muxalîf nikare. Ji ber vê jî serî li rêbazên bi vî rengî didin. Bi girtina medyaya civakî re dixwazin gel asteng bikin. Em bi riya van rûpelan dikarin xwe bigihînin ruyê rast ê cîhanê. Lê îqtîdar vê ji bo xwe talûke dibîne. Dixwzin çavên me û guhên me bigirin.”
 
‘Em li dijî gotinên zayendperestin’
 
Endama Komeleya Ciwanan a Anadoluyê Star Agaçkiran diyar kir ku ew dixwaze platformên xerab werin girtin û wiha got: “Gelek rupel hene ku zarok ji wan neyînî bi bandor dibin. Lê em naxwazin instegram  û Twitter were girtin. Divê mirov li vir azad şîroveyên xwe bikin û azad tevbigerin. Em gotinên zayendperest ên ji bo jinan tên kirin şermezar dikin. Em şîroveyên neyînî napejirînin. Lê bi girtina medyaya civakî re jî ev nayê astengkirin.”
 
‘Em li dijî astengê ne’
 
Azîze Akça ji herî dawî got “Ez weke ciwanek bi awayek çalek medyaya civakî bi kar tînim. Li vir em têkiliyê bi hevalên xwe re datînin. Bi taybet jî di pêvajoya koronoyê medya civakî çalaktir bû. Girtina medya civakî wê me tengav bike em naxazin bê girtin.”