Şêniyên Efrînê li dijî êrîşan meşiyan

  • 08:57 11 Tîrmeh 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Bi dirûşmeya "Bi rihê 14'ê û 19'ê tîrmehê em ê li ber xwe bidin û Efrîn rizgar bikin" bi hezaran şêniyên Efrînê kiryarên dewleta tirk şermezar kirin û berxwedana 19'ê tîrmehê û 14'ê tîrmehê bi bîr anîn.
 
Bi pêşengtiya Meclîsa Herêma Efrînê bi hezaran şêniyên Efrînê bi dirûşmeya "Bi rihê 14'ê û 19'ê tîrmehê em ê li ber xwe bidin û Efrîn rizgar bikin" daketin qadan û kiryarên dewleta tirk şermezar kirin û berxwedana 14'ê û 19'ê tîrmehê bi bîr anîn. Di meşê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa "Efrîn rûmeta me kurda ye", "Di dilê her Efrînekî de şitilek zeytûnê şax daye", "Efrîn, Efrîna me ye veger soza me ye" û "Bi qetîlkirina jinê tu jiyanê dikujî" hatibû hildan. Meş ji destpêka gundê Babinês a girêdayî navçeya Ehdes a Kantona Şehbayê dest pê kir. 
 
Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyê azadiyê, Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Efrînê Newroz Heşêm kiryarên dewleta tirk şermezar kir û wiha axivî: "Em di destpêkê de êrîş û kiryarên dewleta tirk şermezar dikin. Azadiya Rêber Apo û rizgarkirina Efrînê rûmeta gelê Efrînê ye. Ji bo ku em bi rûmet bijîn em ê herdem çalakiyên xwe li dar bixînin."
 
Cigîrê Hevseroka Meclîsa Herêma Efrînê Mihemed Ebdo kiryarên dewleta tirk şermezar kir û wiha pê de çû: "Em di destpêkê de kiryar û êrîşên dewleta tirk bi tundî şermezar dikin. Berxwedana gelê Efrînê ya ku nêzî sê salane didome û têkoşîna wan ya jiyana azad wê dagirkeriyê bişkînê û warê zeytûnê ji dagirkeriya tirk rizgar bikin." 
 
Meş bi dirûşmeya "Bijî berxwedana gelê Efrînê" û "Na ji dagirkeriyê re" bi dawî bû.