Jinan ji bo piştevaniya Dîdemê dest bi greva birçîbûnê kirin
- 17:00 10 Tîrmeh 2020
- Rojane
ÎZMÎR - Sê jinên li Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Şakranê ji bo Dîdem Akman a bi daxwaza darizandina adîlane û sererastkirina rewşa li girtîgehê ketiye rojiya mirinê, dest bi greva birçîbûnê kirin.
Dîdem Akman û Ozgur Karakaya yên li Girtîgeha Şakranê tên girtin bi daxwaza darizandina adîlane û sererastkirina rewşa li girtîgehê di 19'ê Sibatê de dest bi çalakiya mirina rojiyê kiribûn. Çalakiya rojiya mirinê ya Dîdem û Ozgur dewam dike.
Jinên bi navê Sevil Karaaslan, Evin Şahin û Mizgin Çiçek ênli Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Şakranê ji bo balê bikşînin ser rewşa Didemê dest bi greva birçîbûnê ya 10 rojî kirin.