RJAK'ê biryara qedexeya belavkirina rêjeya tundiyê şermezar kir

  • 15:58 10 Tîrmeh 2020
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYA N - RJAK’ê têkildarî qedexekirina belavkirina rêjeya tund û tujiyê anî ziman ku hikumet û desthilat di asta yekem de ji komkujiyên jinan berpirsyar e û got :"Em weke RJAK’ê vê biryarê bi tundî şermezar dikin. Em bang li hemû jinan dikin da ku li dijî biryarê dakevin qadan û xwedî helwest bin.”
 
RJAK’ê têkildarî qedexekirina belavkirina rêjeya tund û tujiyê anî ziman ku hikumet û desthilat di asta yekem de ji komkujiyên jinan berpirsyar e û got :"Em weke RJAK’ê vê biryarê bi tundî şermezar dikin. Em bang li hemû jinan dikin da ku li dijî biryarê dakevin qadan û xwedî helwest bin.”
 
Wezîrê Karê Hundir yê Hikumeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed di rojên borî de diyar kir ku belavkirina rêjeya tund û tujiya li dijî jinan ya ji aliyê rêveberiya têkoşîna li dijî tund û tujiya jinan ve, hatiye qedexekirin.
 
Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) bi daxuyaniyek nivîskî nerazîbûna xwe anî ziman. RJAK’ê di daxuyaniya xwe de got; “Erkê sereke yê rêveberiya têkoşîna li dijî tund û tujiyan, belavkirina rêjeya tund û tujiyê ye.  Ev biryar di demek wisan de ye ku Herêma Kurdistanê dibin qeyrana aborî, civakî û malbatîde ye. Ev qeyran dibe sedemê tund û tujî zêde bibe. Welatekî weke Fransayê di dema karantînayê de, ragihand ku ji sedî 30 tund û tujî li welatê wan zêde bûye. Li Herêma Kurdistanê jî rêjeya tund û tujiyê zêde bûye.
 
Li gorî rêxistina me, di nava 3 mehan de 28 jin di encama tund û tujiyê de jiyana xwe ji dest dane. Ev rastî derdixe holê ku li Herêma Kurdistanê rewşa jinan gelek xirab e û tund û tujî zêde bûye. Em tu carî rêjeya ku rêveberiya têkoşîna dijî tund û tujiyê, nabînin. Biryara qedexekirina belavkirina rêjeyan, zengeke metirsîdar e.
 
Hikumet û desthilat di asta yekem de ji komkujiyên jinan berpirsyar e. Em weke RJAK’ê vê biryarê bi tundî şermezar dikin. Em bang li hemû jinan dikin da ku dijî biryarê dakevin qadan û xwedî helwest bin.”