Agir bi Çiyayê Gundê Sîsê yê Licê ket
- 13:09 10 Tîrmeh 2020
- Rojane
AMED - Agir bi Çiyayê Gundê Sîsê yê Licê ket û ji bo vemirandina agir tu mudaxeleyek nehat kirin.
Serê sibehê dora saet 10:00’an de agir bi Çiyayê Gundê Sîsê yê Licê ket. Sedema Sewatê nayê zanîn. Gundiyan ji bo ku agir bê vemirandin gazî rayedaran û agirkujê kirin lê heta niha tu mudaxeleyek nehatiye kirin.