Kesên di erdheja Wanê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn

  • 13:58 23 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
 
WAN - Kesên 13 sal berê di erdheja Wanê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn. Di bîranînê de bang hate kirin ku ji bo kêmkirina rîskan gav bên avêtin. 
 
Di 23’yê Cotmeha 2011’an de li Wanê erdhej çêbû û 644 kesan jiyana xwe ji dest dan. DEM Partî, DBP, rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên pîşeyî bi boneya 13’emîn salvegera erdhejê li bîranîn li dar xistin. Bîranîn ji hêla DEM Partî û DBP’ê ve li avahiya DEM Partiyê ya Wanê hat lidarxistin. Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt di serî de qurbaniyên erdhejê bi bîr anî û xwest ku ji bo windahiyên canî û malî yên erdhejan kêm bibin tevdîrên pêwîst bên girtin. Kurt, da zanîn ku bacên ji bo erdhejê hatin komkirin ji bo cihên cuda hatine xerckirin û xwest ku ev bac ji bo parastina xizanan a di erdhejê de bên bikaranîn. 
 
Di berdewamê de Kurt daxuyand ku divê avadanî ne li gorî rant, bazirganî û hinek sermayedaran, li gorî polîtîkaya jiyana mirovan esas digire were kirin. Kurt, wiha domand: “Di vê pergala krîza aborî de bi hezaran kes pirsgirêka xanî dijîn. Lewma divê wargeh, nexweşxane, dibistan û qadên din ên komelî li dijî erdhejê saxlem bin. Di erdhejê ji ewil avahiyên cemaweriyê hildiweşin û ev yek jî nîşaneya nelirêtiyê û ne kontrolkirinê ye. Di karûbarên înşaet û avahiyan de divê pêdiviyên zanistî û pîşeyî bên bicihanîn. Divê ne rant, jiyana mirovan esas were girtin.” 
  
Bernameya duyemîn a bîranînê jî ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Lijneya Koordînasyona Bajar (ÎKK) a Yekitiya Odeyan a Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) ve hat lidarxistin. Bîranîn, li Parka Akkopruyê li pêşiya Bîrdariya Erdhejê hate lidarxistin. Rêxistinên civaka sivîl û yên pîşeyî jî tev li bûn. Berdevkê TMMOB’ê Engîn Işik di bîranînê de axivî û diyar kir ku erdhej li ser xeta erdhejê ya çalak cih digire. Işik, wiha domand: “Wêraniya mezin a di erdhejê de, nîşan dide ku stoka avahiyan ji hêla xizmetên endezyariyê ve kêm in. Analîzên disiplîna endezyariya erdhejê dixwaze nehatine cîbicîkirin. Her wiha daneyên zanistan jeolojiyê esas nehatine girtin. Lewma di erdheja Wanê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan.” 
  
Engîn, diyar kir ku xebatên veguherîna bajar a piştî erdhejê hatine destpêkirin ji bo hilweşandina avahiyên xetere û nûkirina wan gavekî girîng e. Işik, got ku divê projeyên veguherîna bajar, topografyaya herêmî, etûdên zemînê û hwd. li gorî daneyên zanistî bên kirin. Işik, daxuyand ku divê ev xebat ne rantê lê ewlehiya canê mirovan esas bigirin. Işik, axaftina xwe wiha qedand: “Weke TMMOB û Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, wan li dijî erdhejan daxwaza polîtîkayeke îmarê ya li gorî rêgezên endezyariyê kirine. Divê rêveberiyên heremî û navendî, plansaziyên bajaran li gorî daneyên zanistî çêbikin û ji bo rîskan kêm bikin tevbigerin. Ji bo avakirina bajarên biewletir, xwegir û li ser bingeha zanistê hatine avakirin, em amade ne ku berpirsyartiya xwe bi cih bînin.” 
 
Bernameyên bîranînan ên li bajar dê bi semîner û pêşangehan bidomin.