Agir bi Çiyayê Gundê Sîsê yê Licê ket 2020-07-10 13:09:31   AMED - Agir bi Çiyayê Gundê Sîsê yê Licê ket û ji bo vemirandina agir tu mudaxeleyek nehat kirin.   Serê sibehê dora saet 10:00’an de agir bi Çiyayê Gundê Sîsê yê Licê ket. Sedema Sewatê nayê zanîn. Gundiyan ji bo ku agir bê vemirandin gazî rayedaran û agirkujê kirin lê heta niha tu mudaxeleyek nehatiye kirin.