Li Efrînê jinek hat revandin

  • 13:36 23 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Komên girêdayî dewleta Tirk li Efrînê jinek û birayê wê revandin.
 
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku komên "Polîsên Leşkerî" yên girêdayî dewleta Tirk, li gundê Basûtê yê Şêrawayê welatiya bi navê Xunav Xelîl (55) û birayê wê Bengîn Xelîl (30) revandine.
 
Hate diyarekirin ku Xunav Xelîl beriya 6 salan ji Efrînê koçberî bajarê Helebê bûbû û li ser daxwaza birayê xwe çûbû serdana xizmên xwe yên li gundê Basûtê.