Dayikan rêya aştiyê nîşan dan: Deriyê Îmraliyê vekin

  • 14:05 23 Cotmeh 2024
  • Rojane

 
 
AMED - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir çû serdana Dayikên Aştiyê û di serdanê de wiha got: “Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê tecrîd were rakirin, Abdullah Ocalan azad bibe û pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe. Hewceye em têkoşîna xwe hîn mezintir bikin.” Her wiha Dayikê Aştiyê jî dan zanîn divê di destpêkê de deriyên Îmraliyê vebin û girtiyên di zindanan de bên berdan. 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir çû serdana endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya li Rezan a Amedê. Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî, hevserokên DBP’a bajar û navçeya Rezanê, parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Wanê Gulderen Varli û endamên MYK’ê jî di serdanê de cih girtin. Dayikan, şande di derî de pêşwazî kirin. Bayindir, ji ber êrişa li dijî dayikan a li Silopiyayê hêviya başî û silametiyê kir. 
 
 
Dayik dev ji berxwedana xwe bernadin
 
Keskîn, di serî de berxwedana dayikan a li Silopiyayê pîroz kir û wiha got: “Berxwedana we em serfiraz kirin. Em dizanin ku dayik ne tenê li Silopiyayê, ji Meclisê heta girtîgehan li gelek cihan li ber xwe didin. Dayik pêşengtiya têkoşîna ji bo parçekirina vê pergalê tê meşandin dikin. Dayik heta ku encamekî bi dest dixin jî dev ji berxwedana xwe bernadin. Grevên birçîbûnê yên sala 2019’an jî bi saya berxwedana dayikan gihişt encamê. Em rojên zehmet dijîn lê divê em hêvî û baweriya xwe zêdetir bikin. Ev 10 sal in vê dweletê polîtîkayeke cuda daniye pêşiya xwe. Dixwazin têkoşîna kurdan vemirînin. Lê nekarîn. Di serî de dayik, jin û ciwan, gelê kurd seknekî dîrokî raber kir. Me bedelên giran da û berxwedaneke mezin raber kir. Vê serkeftin û berxwedana mezin jî pêşiya me vekir. Divê em yekitî û rêxistiniya xwe mezintir bikin û ji bo destkeftiyên şênber ên hiqûqî û dîplomatîk têkoşînê bêhtir mezin bikin. Em ê têkoşîna li Kurdistanê tu caran bi dawî nekin. Kurd tenê bi berxwedan û têkoşînê dikare bi ser keve.” 
 
'Gelê herî birêxistinkirî yê Rojhilata Navîn gelê kurd e’
 
Keskîn, bi domdarî gotinên Erdogan û Bahçelî bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Dewleta tirk ketiye nava çiraveke mezin. Ji hêla aborî, leşkerî û dîplomatîk ve ketiye nava çiravê. Têkoşîna gelê kurd mîna çirayekê li Rojhilata Navîn mezin dibe û her vêketî ye. Têkoşîneke pir mezin a bênavber heye. Gelê herî birêxistinkirî yê Rojhilata Navîn gelê kurd e. Heke gotinên Bahçelî û Erdogan guherîbin, sedema xwe ev e. Em heta niha jî nikarin vê weke pêvajoyeke çareseriyê yan jî aştiyê nabînin. Em jî dişopînin. Di axaftinên herduyan de jî ji bo çareseriyê aqilekî zelal tune ye. Herkes ji xwe re sînorekî diyar dike û li wir diaxive. Gelo daxwaza gelê kurd çi ye, dewlet dê li gorî van daxwazan xwe çawa biguherîne, mijara zimanê dayikê, pênaseya statûyê, rewşa li girtîgehan, tecrîda li ser Abdullah Ocalan û hwd. hêj didomin. Dema li Silopiyayê êrişî dayikên me dikirin jî li Enqereyê cuda diaxivîn. Heke derdê wan aştiyeke birûmet bûya dê êriş nekirina. Ev jî durûtiya wan nîşan dide.” 
 
'Têkoşîna gelê kurd ji bo hemû gelên bindest ên cîhanê dibe moral’ 
 
Keskîn, anî ziman ku dewletê li her derê ji bo mitînga “Azadiyê” ya li Amedê qedexe anîbû û axaftina xwe wiha qedand: “Tevî hemû êrişan jî gelê kurd banga azadî û aştiyê kir. Israra ji bo wê mitîngê pir baş bû. Ev sekn pir girîng bû. Di 13’ê cotmehê de rêya çareseriyê hate nîşandan.  Me du peyam dan. Rakirina tecrîdê û azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd. Ev çareserî jî bi destûra bingehîn dibe. Em dibînin ku di nava dewletê de hinek tişt diguherin û em ê têkoşîna xwe mezintir bikin. Dewlet ji bo xwe li rêyekê digere. Heta niha tu rêyên aştî, xwişk-biratiyê nîşan nedane. Tenê axaftine. Ev jî çareserî nîne. Divê em bi mezinkirina têkoşînê bersivê bidin. Têkoşîna gelê kurd ji bo hemû gelên bindest ên cîhanê dibe moral. Heke ev têkoşîn were mezinkirin dê ji bo azadiyê firsendên mezin çêbibin. Çi dibe bila bibe dixwazin vê têkoşînê vemirînin. Dixwazin bi van axaftinan têkoşîna me bixin. Lê ew çi bikin jî dê têkoşîna me ya heq û hiqûqê bidome. Armanca me mezinkirina berxwedan û têkoşînê ye.” 
 
Piştre jî Dayikên Aştiyê axivîn, qala êrişa li Silopiyayê kirin û peyama “Ji bo aştiyê divê şer bi dawî bibe” dan.