3 parlamenterên HDP'ê bi vîrûsa koronayê ketin

  • 16:45 27 Hezîran 2020
  • Rojane
ENQERE - 3 parlamenterên HDP'ê bi vîrûsa koronayê ketin û serokwekîlên Koma HDP’ê, ragihandin ku rewşa parlamenteran niha baş e. 
 
Serokwekîlên Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Sarûhan Olûç, bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandin ku ji partiya wan testa vîrûsa koronayê ya 3 parlamenteran pozîtîf derketiye. Serokwekîlan, destnîşan kir ku bi rêya xebatkarekî paqijiyê yê meclisê vîrûs derbasî parlamenterên wan bûye û niha di bin kontrola bijîjkan de ne û rewşa wan baş e.