Wê doza Narîn Guran di 7'ê Mijdarê de bê dîtin

  • 15:26 23 Cotmeh 2024
  • Hiqûq
 
AMED - Îdianameya der barê 4 bersûcên qetilkirina Narîn Guran de hat amadekirin ji aliyê 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin. Danişîna ewil a kiryaran dê di 7'ê Mijdarê de bê dîtin.
 
Lêpirsîna Narîn Guran a 8 salî ya di 21'ê Tebaxê de li taxa Çûlî ya navçeya Rezan ya Amedê hat windakirin û cenazeyê wê piştî 19 rojan hat dîtin, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve bi dawî bû.
 
 Îdîanameya ku ji bo mamê Narînê, Salim, dayika Narînê, Yuksel û birayê Narînê Enes Guran û cîranê wan Nevzat Bahtiyar hat amadekirin, bi îdiaya "Bi qestî kuştina zarokê" ji aliyê 8'emîn Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin. 
 
4 bersûcên girtî wê di 7'ê Mijdarê de derkevin pêşberî dadger.