3 parlamenterên HDP'ê bi vîrûsa koronayê ketin 2020-06-27 16:45:32   ENQERE - 3 parlamenterên HDP'ê bi vîrûsa koronayê ketin û serokwekîlên Koma HDP’ê, ragihandin ku rewşa parlamenteran niha baş e.    Serokwekîlên Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Sarûhan Olûç, bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandin ku ji partiya wan testa vîrûsa koronayê ya 3 parlamenteran pozîtîf derketiye. Serokwekîlan, destnîşan kir ku bi rêya xebatkarekî paqijiyê yê meclisê vîrûs derbasî parlamenterên wan bûye û niha di bin kontrola bijîjkan de ne û rewşa wan baş e.