Li Amedê 2 jin hatin binçavkirin
- 08:50 26 Hezîran 2020
- Rojane
AMED - Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak û rêvebera Komeleya Jinan a Rosa Rojda Bariş di serdegirtina malê de hatin binçavkirin.
Hevşaredara navçeya Farqînê ya Amedê Naşîde Toprak a qeyûm tayînî cihê wê hat kirin û rêvebera Komeleya Jinan a Rosa Rojda Bariş di serdegirtina malê de hatin binçavkirin. Polîsan di saetên serê sibehê de bi ser mala Naşîde û Rojda de girtin û binçavkirin.
Hat diyarkirin ku Naşîde û Rojda birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.