Li Amedê 2 jin hatin binçavkirin 2020-06-26 08:50:13   AMED - Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak û rêvebera Komeleya Jinan a Rosa Rojda Bariş di serdegirtina malê de hatin binçavkirin.    Hevşaredara navçeya Farqînê ya Amedê Naşîde Toprak a qeyûm tayînî cihê wê hat kirin û rêvebera Komeleya Jinan a Rosa Rojda Bariş  di serdegirtina malê de hatin binçavkirin. Polîsan di saetên serê sibehê de bi ser mala Naşîde û Rojda de girtin û binçavkirin.    Hat diyarkirin ku Naşîde û Rojda birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.