Faksa Fîgen Yuksekdag hat sansurkirin

  • 13:23 23 Hezîran 2020
  • Rojane
ENQERE - Faksa Fîgen Yuksekdag ji Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari yê girtî re şand ji aliyê Rêveberiya Girtîgeha Amedê hat sansurkirin. 
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag a li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê tê girtin ji Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari yê parlamenteriya wî hat betalkirin û girtin re faks şand. Li gorî agahiyên ku parêzerên Fîgenê belav kirin, Fîgenê faksa derbasbûyînê ji Mûsa re şandiye. Parêzeran da zanîn ku rêveberiya girtîgeha Amedê faks sansur kiriye û pişt re radestî Mûsa kirine.