Faksa Fîgen Yuksekdag hat sansurkirin 2020-06-23 13:23:56   ENQERE - Faksa Fîgen Yuksekdag ji Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari yê girtî re şand ji aliyê Rêveberiya Girtîgeha Amedê hat sansurkirin.    Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag a li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê tê girtin ji Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari yê parlamenteriya wî hat betalkirin û girtin re faks şand. Li gorî agahiyên ku parêzerên Fîgenê belav kirin, Fîgenê faksa derbasbûyînê ji Mûsa re şandiye. Parêzeran da zanîn ku rêveberiya girtîgeha Amedê faks sansur kiriye û pişt re radestî Mûsa kirine.