‘Dewleta tirk dixwaze bi rêya êrîşan yekîtiya kurdan têk bibe’
- 15:58 22 Hezîran 2020
- Rojane
Ferîde Zade
ŞEHBA - Jinên Efrînê û malbatên şehîdan ên ku tevlî meşa li dijî êrîşên dewleta tirk bûne, derbarê êrîşan de helwestên xwe nîşan dan û gotin: “ Dewleta tirk bi armanca tunekirina Gelê kurd êrîş dike û di pêvajoya yekîtiya kurdan de dixwaze bi rêya êrîşan vê yekîtiyê têk bibe.”
Bi pêşengtiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Efrîn û Şehabyê meşeke girseyî li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Herêmên Başûrê Kurdistanê hat lidarxistin. Jinên ku tevlî meşê bûne li hember van kiryaran bertekên xwe nîşan dan û nêrîna xwe bi me re parve kirin.
‘Em ê xewin û xeyalên dewleta tirk têk bibin’
Jina bi navê Sewsen Ehmed a ku beşdarî meşê bûye hestên xwe li hember êrîşên dewleta tirk anî ziman û ev tişt got: “Em tevlî meşa li dijî êrîş û dagirkeriyê bûne ji bo ku em kiyarên dewleta tirk a dagirker şermezar bikin. Armanca tirkiyeyê parçekirina kurda ye, lê em ê xewin û xeyalên dewleta tirk têk bibin. Erdogan li seranserî Kurdistanê şer dike, weke jinên kurd em ê her li pêşiya zîhniyeta dewleta tirk û komên çeteyên girêdayî wî bisekinin. Em nahêlin ev zîhniyeta faşîzim di nava civakê de belav bibe.”
‘Em ê dengê berxwedanê bilind bikin’
Hevjîna pakrewanê bi navê Ebdo, Sibhan Hisên li ser kiryarên ku li dijî mirovan tên kirin nêrîna xwe bi me re parve kir û wiha got: “Em weke Meclîsa Malbatên Şehîdan bi destekdayina gelê xwe dengê berxwedanê bilind dikin. Em ê her di nava têkoşînê de bin heta ku em bigihêjin armancên xwe û azadiya tevahî gelan mayinde bikin. Armanca êrîşan hedefgirtina fikirê azadiyê ye.”
‘Divê hemû mirovên kurd li dijî dagirkeran rabin ser piyan’
Dayika pakrewan Zinar û Têkoşîn, Sebah Reşîd êrîşên dewleta tirk şermezar kir û wiha pê de çû: “Em ê her li ser piya bin û êrîşên dagirkeriya dewleta tirk şermezar bikin. Em ji navçeya Şêrewa ne rojane dewleta tirk êrîşî me dike û di nava dorpêçê de me dihêlin. Divê hemû mirovên kurd li dijî dagirkeriyê rabin ser piyan.”
‘Ji bêdengiya mirovan re êdî bes e’
Endama Kongreya Star a navçeya Şêrewa li Efrînê, Leyle Xelîl teqes kir ku divê her kurdek li dijî êrîşên dewleta tirk dakeve kolanan û got: “Banga me ji hemû mirovên kurd re heye ku bi erkê xwe rabin, li hember êrîşan dakevin kolanan û yekîtiya xwe xurt bikin. Di pêvajoya avakirina yekîtiya kurdan de dewleta tirk êrîş dike, ji ber armanca wî têkbirina vê yekîtiyê ye. Ji bêdengiya mirovan re êdî bes e.”