Hêzên PDK’ê êrîşî xwepêşandana Şeladizê kir

  • 17:21 20 Hezîran 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên bajaroka Şeladizê, li dijî êrîşên Arteşa Tirk yên duh pêk hatî meşek li dar xistin. Piştî meşê Hêzên PDK’ê êrîşî girseyê kir. 
 
Balafirên Arteşa Tirk duh li Şeladizê 5 welatî kuştin û gelê bajarokê îro herikî kolanan. Girseyek qelebalix li nava bazara Şeladizê kom bû û dijî êrîşan hêrsa xwe anîn ziman. Xwepêşandêran xwestin bimeşin baregeha Tirkiyeyê ji hêla hêzên asayîşa PDK’ê ve bi êrîşê re rûbirûman.